'Hevserokatî xeta me ya mor e'

  • 15:26 19 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman hatî destpêkirin di roja xwe ya 32'yem de bi girseyeke mezin li Amedê pêk hat. Parlementer Semra Guzel di çalakiyê de got: "Qeyûm dijminê jinê ye. Jin her tim di hedefa wan de ye. Komeleyên jinan û hevserokatiyê red dikin. Lê bila baş bizanibin ku hevserokatî xeta me ya mor e.”
 
Nobeta Demokrasiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku li dijî tayînkirina qeyûman di roja xwe ya 32'yemîn de li Cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk hat. Li dijî dorpêç û gefên polîsan çalakiya rûniştinê pêk hat. Di çalakiyê de aktîvîstên TJA'yê tişortên spî ya ku li ser "Dest ne de bedena min" û "Dest nede vîna mîn" hatî nivîsandin li xwekirin û bi dirûşma "Hevserokatî xeta me ya Mor e” û “Dest nede vîna min” hatin li qadê.  
 
'Em ê bi ser kevin'
 
Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Amedê Hulya Alukmen Uyanik axaftina vekirinê kir û got: “Îro ne tenê Amed, Wan û Mêrdînê bi tevahî welatiyên bi wijdan û demokrat pişgiriya xwe tînin ziman. Ew ji bo me hêzeke. Mêvanên hêja çalekvanên TJA yê li gel me ne. Bi rengê xwe, vîna xwe re hêz dan çalakiya me. Bi daxwaza serkeftinê em ê ji bi ser kevin."
 
‘Wê şaredarî ya gel bimîne’
 
Aktîsta TJA'yê Besîme Narîn, di çalakiyê de bal kişand ser daxwazên gel û wiha axivî: "Ev ne êrîşa yekem a dewletê ye. Di sala 2015'an de bi heman awayî li hemberê iktîdarê em li qadan bûn. Hevşaredar hêj di binçavan de bûn. Em îro bi heman armancê û bi heman seknê li ber xwe didin. Şarêdarî ya gel e û vê wisa jî bimîne. Me dengê xwe daye kî/kê em wê dixwazin. Em weke jin dibêjin dest nedin bedena me, dest nedin vîna me. Em bêmafiyê qebûl nakin û em bêdeng namînin. Amed bi tenê nîne, em bang li şêniyên Amedê dikin û dibêjin daxwaza me daxwazeke meşrûye. Em ê bi ser kevin."
 
‘Qeyûm dijminê jinê ye’
 
Parlamenter Semra Guzel, da zanîn ku 32 roj in li ber xwe didin û wiha dom kir: "Gel 32 roj in li dijî qeyûman serî rakir. Em berxwedana gel silav dikin. Di pêvajoya 2 salan de tiştên ku qeyumê heta îro kiribûn me bi delîlan ji gel re parvekir. Me dît ku bi pereyên gel şirînahî, xelat û serşuyên bi zêr hatine standin. Di wî demî de jî mafên gel hatibû xespkirin. Niha jî bi heman armancê dizî tê kirin. Qeyûm darbeyeke siyasiye, qeyûm xespkirina vîna gel e û qeyûm dijminê jinê ye."
 
'Em dev ji destkeftiyên xwe bernadin'
 
Semra, destnîşan kir ku qeyûm di serî de dest danî ser keda jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komeleyên jinan tev hatin girtin û hevserokên me hatin binçavkirin. Wê demê jî jin di hedefa wan de bûn û îro jî jin di hedefa wan de ne. Em carek din dibêjin hevserokatî xeta me ya mor e. Hevserokatî destkeftiya jinê ye. Her ku hûn îro qala wekheviya jin û zilam dikin divê hûn sîstema hevserokatî ji qebûl bikin. Em tu carî dest ji destkeftiyên jinan bernadin."