Leyla Guven: Tu hêz nikare me bide sekinandin

  • 14:21 19 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrdînê 32'yemîn Nobeta Demokrasiyê hat lidarxistin. Hevseroka KCD'ê û parlamenter Leyla Guven di nobetê de da zanîn ku li ser rêya azadiyê gav bi gav diçin û got: "Tu hêz nikare me bide sekinandin."
 
Li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyen Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, 32 roj in Nobeta Demokrasiyê pêk tê.  Li Mêrdînê îro dîsa bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenter Salîha Aydenîz, Ebrû Gunay, Remziye Tosun, Omer Ocalan, hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîne Fîgen Altindag, hevşaredarên navçeyan û rêveberên HDP'ê li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî hat dayîn. Her wiha daxuyanî li gel dorpêça polîsan bi pankarta 'Vîna gel nayê xespkirin' hat dayîn. 
 
'Em bi kaosê re rûbirû ne'
 
Leyla di çalakiyê de axivî û bal kişand ser dopêça polîsan û wiha got: "Hûn ji çî ditir sin gelo? Dema HDP'yî û kurdek diaxife gelo hûn çima ditirsin? Hûn çi dikin bikin, em jî dê devjî daxwaziyên xwe bernadin. Gelê kurd û partiyên siyasî ji ber ku rastiyê dibêjin di vê pêvajoyê de tên lînçkirin. Ji ber ku îteat nakin wekî tehdîtê dinirxînin. Belê min li Amedê gotibû û ez carek din dûbare dikim. Dema ku pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê neyê çareserkirin dê ev êş dê bidomê. Li her derê cîhanê heman pirsgirêk bi rêya demokrasiyê hatiye çareserkirin. Pirsgirêk bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin û bi axaftin û nîqaşan tê çareserkirin. Heke ev tişt pêk neyê em ê bi kaosê re rûbirû bîmînin."
 
'Ji bo tayînkirina qeyûman bingehek amadekirin'
 
Leyla, qala tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê kir û wiha axivî: "Ji bo tayînkirina qeyûman pêşî bingehek tê amadekirin, piştre kevirên wê datînin û dawiyê jî şaredarî tên desteserkirin."
 
'Dixwazin rastiyan veşerin'
 
Leyla, diyar kir li dijî Kurdan konsepteke nû hatiye sazkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li ser televizyonan ji sibêhê heta êvarî hin kesên ku mirov nizanin kî ne li ser navê Kurdan didin axaftin. Ew diaxivin, li ser îdîaya ku ciwanan dişînin çiyê. Malbatan jî dişînin li ber avahiya HDP'ê. Ev konsept ne ji bo yekîtiya Tirkiyeyê. Yên ku ku bi axaftinê ciwanan dişînin çiyê ne em in. Bi axaftinê yê ku vê dike Suleyman Soylu bi xwe ye. Zimanê cihêkar, ku heta êvarî di televizyonan de tê bikaranîn bêhna ciwanan tîne ber bêvila wan. Bulent Arinç ev rastî destnîşan kir û got 'de ka here ji wir'. Ev dixwazin ser rastiyê tim binixumînin.''
 
'Divê CHP'e helwesta xwe zelal bike'
 
Leyla, di Nobeta Demokrasiyê de li ser helwesta CHP'ê rawestiya û da zanîn ku CHP ne zelal e, li dijî zextan heta ku helwesta xwe bi dengekî bilind neyîn ser ziman nikare bibe îktîdar. Leyla, axaftina xwe wiha dawî kir: "Heçî ji hesin bitirse li trênê siwar nabe. Em li wê trênê siwar bûne, li ser rêya azadiyê gav bi gav diçin. Tu hêz nikare vê trênê bisekinîne."