Ji bo Kooperatîfa Çandiniyê du meclîsên jinê hatin avakirin
- 13:07 19 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Komîteya Aborî, Çandinî û Yekîtiya Kooperatîfan a Kantona Hesekê bi jinên Navçeya Til Temirê re civiyan û meclisek jinan ava kir.
Endama Komîteya Aborî û Rêveberiya Çandiniyê ya Kantona Hesekê, Terfa Xilêf û Lema Yûnis û Yekîtiya Kooperatîfan a Navçeya Til Temir û Katona Hesekê, Xalid Memê û Welîd El-Şêx, bi jinên gundê Ên El-Ebid û Kon Etar e, bi armanca avakirina Kooperatîfeke çandiniyê, civiyan.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Lema Yûnis derbarê çêkirina projeya çandiniyê de axivî û wiha got: "Armanca me ew e ku jin bi xwe û bi ked û xwêdana xwe kar bike, çimkî ew bêtir bi axê ve girêdayî ye û em bawer in projeya çandiniyê wê bi ser bikeve. Gelek kooperatîf çêbûn û jinan cihê xwe tê de girtin û niha bi rengekî pir baş dimeşe. Hem ji civakê re dibe sûd hem jî aboriya malê xurt dikin."
Lemayê bi lêv kir ku ev yekem proje ye li ser asta Kantona Hesekê taybet ji jinan re û wiha dom kir:"Gelek kooperatîfên jin mîna tenûr, konserwe, kargeha Newroz û baxçeyan hatine avakirin, lê di warê çandiniyê de tu proje tunebûn. Armanca me jî ew e ku ev yekem projeya çandiniyê ye jin dîroka xwe ya ku mêr jê diziye nas bikin û bi bedewbûna xwe rengekî xweşik bidin axê."
Lemayê di dawiyê de ev yek anî ziman:"Projeya me ya çandiniyê ev e: Li gundê Ên El-Ebid 1400 û li Kon Etar 1400 donim erd heye, li gorî wê jî em ê meclisa xwe ava bikin. Destpêkê wê meclis di nava xwe de nîqaş bike ku divê vê salê çi were çandin genim ya ceh. Eger kooperatîf bi ser ket, dê pereyên ku jê were li ser jinan were belavkirin û beşek jê ji sala bê were rahiştin. Me meclîs ava kir û em ê piştî demekê dest bi projeyên xwe bikin."
Di dawiya civîna ku li Ên El-Ebid û Kon Etar e hate lidarxistin meclîsa jinan hate avakirin. Meclisa Ên El-Ebid ji 18 jinan hat avakirin.
Di demên pêş de dê ji Meclisê ku hatin avakirin bi civîneke taybet Rêveberî, Deravî û Arşîf were hilbijartin.