ÎHD: Li Pasûrê mafê hilbijartinê tune hatiye hesibandin

  • 12:55 19 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - ÎHD'ê diyar kir li Pasûrê HDP bi rengekî bêbingeh kirine hedef û mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê  desteserkirin.
 
ÎHD'a Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkilî desteserkirina şaredariya Pasûrê ya Amedê diyar kir ku piştî teqîna li navçeyê hin organên çapemeniyê bi manşêta ''HDP'ê kir'' rêveberên HDP'ê û rayedarên şaredariya Pasûrê kirine hedef û Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş û gelek rêveber û xebatên şaredariyê bêyî ti delîlên berbiçav hatine girtin û piştre jî 17'ê Îlonê qeyûm anîne ser şaredariyê.
 
ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ti sûcdariyên têkilî teqînên li ser hevşaredaran nahetiye kirin û diyar kir ku gavên qeyûm ên bêyî bingehên qanûnî, mafê hilbijartin û hilbijêran hatiye binpêkriin û ev  nayê qebûlkirin. ÎHD'a Amedê ya ÎHD'ê  têkildarî mijarê ev bang kir:  ''Demildest divê dawî li van kirinan were, hevşaredar û rêveber divê werin ser peywira xwe. ''