Dayikên Aştiyê ji Serokkomarê Iraqê re nameyek şandin

  • 11:45 19 Îlon 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku ev 19 roj in li ber seytereya PDK’ê di çalakiya rûniştinê de ne Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan li ser navê Dayikê Aştiyê, ji Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih re nameyeke vekirî nivîsî û bang kirin ku dorpêça li ser Mexmûrê bi dawî bibe. 
 
Ev 64 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargaha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Nerazîbûnên li dijî dorpêçê jî zêde dibin. Welatiyên Germiyan, Kurdistaniyên li Ewropayê û berxwedana Dayikên Aştiyê ya li dijî dorpêça li ser Wargehê dewam dike. Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li benda kontirola PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de 19 roj li pey xwe hişt.
 
Li ser navê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li ber seytera PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin, Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan ku ew jî li gel dayikan di çalakiyê de ye, ji Serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke vekirî, nivîsî û bang kir ku demildest ji bo dawîlêanîna ambargo û dorpêçê bikeve nav tevgerê.  Di nameyê Leyla got: “Berê ev rêbaz hatine ceribandin. Tu zext, ambargo û tecrîd, nikarin gelê wargehê ji riya wan vegerînin.”
 
Leyla, di nameyê de bal dikêşe ser rewşa lezgîn a mirovî ya wargehê jî û dibêje, “Ev sepandina li ser wargehê li ti deverên cîhanê nehatiye dîtin. Ev rûreşiya kesên pêywendîdar û şerma mirovahiyê ye.” 
 
Di dewamiya nameyê de wiha tê gotin:
 
“Ji bo Serokkomarê Komara Iraqê rêzdar Berhem Salih re;
 
Weke hûn ji nêz ve dişopînin, ev bû du 2 meh  li ser wargeha me ya penaberan a Mexmûrê ambargo, dorpêç û tecrîdeke aborî, mirovî û ewlehî hatiye danîn. Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di sala 1998’an de bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û destûra dewleta Iraqê hatiye avakirin, niha bi awayekî bê heq û hiqûq di bin tecrîd û ambargoyê de tê hiştin. Gelek caran hewldan û serlêdanên me yên hevdîtina dezgehên pêywendîdar re ji bo çareseriyê çêbibe jî ku mexduriyeta gelê wargehê hîn zêdetir nebe û nebe sedema texrîbatên kûrtir, lê belê heta niha ji me re tu bersiv nehatiye dayîn, veger li me çênebûye. Em dizanin ku cenabê we di van mijaran de xwedî helwest e. Ji bo derfetên ku em rasterast xwe bigihînin we û pirsgirêkê bi we re ragihînin tune ye, em bi riya çapemeniyê nameyeke wiha vekirî ji we re dişînin.
 
Heta niha 3 caran balafirên dewleta Tirk êrîşî wargehê kirine
 
Weke ji aliyê cenabê we ve tê zanîn, gelê wargehê xwedî nasnameyeke siyasî û neteweyî ye. Bi heman awayî jî xwedî hest û helwesta neteweyî û welatperweriya Kurdistanî ye. Ev mijara bi dehan caran hatiye îspatkirin, hewce nake ku em dûv û dirêj rave bikin; hema bi du mijaran be jî heke mirov  mînak bide; dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kerkûk, Şengal û Hewlêrê pêk hatî, gelê wargehê bi giyana welatperwerî û neteweyî bi mal û canê xwe bergirî kir û xaka Kurdistanê parast. Di vê berxwedanê de gelek şehîd û bedel jî dan, niha jî xwedî vê bîr û baweriyê ye. Ligel ku wargeh di bin ewlehiya Destûra Bingehîn a Dewleta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî de ye jî, di van demên dawî de bi gelek êrîşan re rû bi rû ma. Heta niha 3 caran balafirên dewleta Tirk êrîşî wargehê kirine, 9 welatî qetil kirine, gelek kes birîndar bûne û gelek zerer û ziyana maddî pêk hatiye. Ev mijareke eşkere ye ku dewleta Tirk, li dijî serwerî û serdestiya dewleta Iraqê di nav dek û dolab û lîstokan de ye, xak û serweriya Iraqê binpê dike. Çi bi êrîşan, çi jî bi dagirkirina hin deveran, ev armanca xwe eşkere kiriye.
 
Ji ber ambargoyê pirsgirêkên nexweşiyê zêde dibin
 
Herî dawî ji 18’ê Tîrmeha 2019’an ve li ser wargehê ambargoyeke keyfî, bê hiqûq û dermirovî ku li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin, tê pêkanîn. Ketin û derketina wargehê hatiye qedexekirin. Ji ber vê ambargoyê di serî de pirsgirêkên derman û nexweşxane, ava paqij, qût û erzaq, ewlehî, perwerdehiyê, gelê wargehê bi gelek pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû maye. Rê li ber nexweşên giran û kronîk ku divê rojane biçin nexweşxanê û di bin kontrola doktar de bin, tê girtin. Weke we jî di çapemeniyê şopandiye, heta niha du dayikên ducanî  li ber seytera PDK’ê ji bo ku çûna wan a nexweşxanê ya li Hewlêrê hatiye astengkirin, zarokên wan di zikê diya xwe de jiyana xwe ji dest dane; dayikekê li ber seyterê zaroka xwe aniye dinê. Gelek nexweşên mîna dil, şekir, tansiyon û diaylîzê hene lê ji bo ku nikarin biçin nexweşxanê, nexweşiya wan gihaştiye asteke nebaş.
 
Bi ambargo û tecrîda li ser wargehê karker û xwendekar nikarin karê xwe bikin
 
Li wargehê derman, amûrên paqijiyê, ava vexwarinê pêdiviyên mirovî kêm bûne, an jî qediyane. 25 roj in cîhaza klorkirina avê xirab bûye lê ji ber vê ambargoyê, şêniyên wargehê neçar in ava bê klor, ango paqijnekirî vexwin. Vê jî rê li ber gelek nexweşiyan vekiriye û dibetiya metirsiyên mezintir derdixe holê! Debara sereke ya wargehê, karkerî ye. Bi ambargo û tecrîda li ser wargehê re karkerên ku diçûn bajêr karkerî dikirin û debara xwe dikirin, ji karê xwe bûne. Dîsa gelek karker ji karên wan hatine dûrxistin. Her wiha ji bo ku serdema dibistanê dest pê kiriye, pêwîstiyên şagirt û xwendekarên li wargehê nikarin bên peydakirin û pêkanîn. Dîsa xwendekarên zankoyê ku diçin bajarên weke Hewlêr û Silêmaniyê nikarin biçin û hîndekariya xwe bidomînin.
 
Gelê wargehê bi derfetên xwe yên kêm û afirîneriya xwe hewl bide xwe li ser piya bigire
 
Gelê wargehê gelekî bi rûmet û xîret e, xwedî nasname, bîrdozî, bîr û bawerî ye. Heta niha gelek ambargo, dorpêç, rêgirî lê hatine kirin; êrîşên çekdarî jî tê de, gelek caran bi êrîşan re rû bi rû maye. Lê belê tu car dev ji nirx, rûmet, bîr û baweriyên xwe bernedaye û bernade jî. Gelê wargehê bi derfetên xwe yên kêm û afirîneriya xwe hewl bide xwe li ser piya bigire jî, ev ambargoya dermirovane nayê qebûkirin.
Weke me rave kirî, di nava van du mehan de me gelek caran hewl da ku bi riya diyalog û hevdîtinan pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo vê me serî li hemû dezgeh û rêbazan da. Lê belê destê me li hewa ma. Ev ambargoya niha li ser wargehê tê sepandin û ferzkirin, trajediyeke mirovî û li dijî mafê mirovan ê gerdûnî ye.
 
19 roj in dayik li ber seyterê vê çalakiya xwe didomînin
 
Ji bo ku gelê wargehê ji tu hewldan û serlêdanan encam negirt, komeke dayikên wargehê xwest bimeşin Hewlêrê, balê bikêşin ser bûyerê û bi muxatabê pirsgirêkê hevdîtin bikin. Lê mixabin dayik li ber seytera destpêkê ya derketina wargehê ji hêla hêzên PDK’ê ve hatin rawestandin û destûr nehat dayîn ku dayik armanca xwe pêk bînin. Lewre dayikan ji bo vê helwesta xizmeta neteweyî û welatparweriyê nake protesto bikin, li ber seyterê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û ev 19 roj in dayik li ber seyterê vê çalakiya xwe didomînin. Ez jî weke hevşaredara wargehê ku ji destpêka çalakiyê de li gel dayikan im û piştgirî didim wan; li şûna ku xizmetguzariya gelê wargehê bikim li vir bi dayikan re çalakiya rûniştinê pêk tînim. Lewre tu qadeke ku ez xizmetguzariyê bikim û pirsgirêkên gel ên aborî, tendirûstî, perwerdehî, paqijî, bajarvanî û binesaziyê çareser bikim neyatiye hiştin, ez jî li gel dayikan di nav çalakiya protestokrinê de me.
 
Em wekî dayik daxwaz dikin ku ev ambargo rabe
 
Lewre li ser navê dayikên ku ev 19 roj in li ber seyterê çalakiya rûniştinê pêk tînin me xwest weke dengê xwe bigihînin we û daxwazên xwe ji we re ragihînin. Em dizanin ku hûn di vê mijarê de xwedî helwest in. Lewre em weke dayik ji cenabê we daxwaz dikin ku ji bo demildest dawî li ambargoya li ser wargehê bê anîn, mexdûriyetên gelê wargehê bên pêşwazîkirin û ji wargehê re îzahata vê ambargoya dijqanûnî û derhiqûqî bê kirin, bikevin nav liv û tevgerê. Em hêvîdar in ku hûn ê li ser mijarê rawestin û demildest bikevin nav hewldanên pêwîst."