'Li hemberî dorpêça Mexmûrê NY çima bê helwest e'
- 11:25 19 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li dijî dorpêça Wargeha Mexmûrê 19 roj in li ber xwe didin. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn tevlî çalakiya dayikan bûye û got: "Me bi çalakiyên cuda daxwazên xwe anî ziman lê 64 roj in tu muxatap derneketin holê. Her wiha Neteweyên Yekbûyî çima bê helwest e?"
64 roj in Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla asayîşa PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Hatin û çûyina wargehê hatiye qedexekirin. Li dijî dopêçê Dayikên Aştiyê yên li Mexmûrê 19 roj in li ber deriyê seyteraya PDK’ê ya ku 10 km ji wargeha Mexmûrê dûr dikeve di navbera Mexmur û Hewlêrê de çalakiya rûniştinê pêk tînin. Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgîn jî li ser navê meclîsê tevlî çalakiya dayikan bûye û ji ajansa me re qala berxwedana dayikan a 19 rojan kir.
Nuran, da zanîn ku ev 64 roj in li hemberî wargahê tecrîdek heye û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Di nava gel de dorpêç tê nîqaşkirin. Em dixwazin der barê dorpêçê de agahiyan bigirin û biçin Hewlerê û bi maxataban re nîqaşan bikin. Sedema tecrîd û dorpêçê hîn bibin. Lê ji ber ku hatin û çûyina li wargehê qedexeye em nikarin bi muxataban re nîqaşan bikin. Em nikarin nerazibûna gel ji maxataban re ragihînin."
'64 roj in mûxatap nîne'
Nuran, bal kişand ser dorpêç û amborgoya 64 rojan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "64 roj in tu muxatap derneketin û me jî çalakiyên cuda li dar xist bê. Hevdîtinên cuda hatin kirin. Daxwazname hatin nivîsandin. Ji rêxistinên Mafên Mirovan, Neteweyên Yekbûyî (NY), Xaca Sor û sazî û dezgehên cuda re me rewşa xwe ragihand lê heta îro jî tu encam negihaşt destê me."
'Herî zêde malbat û jin dibin mexdûr'
Nuran, qala armanca çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê kir û wiha dom kir: "Em dibînin ku di encama dopeçê de herî zêde jin, dayik û malbat dibin mexdûr. Me wekî Meclîsa Îştar biryar da ku li dijî dorpêç û amborgoyê çalakiya şermezar kirinê li dar bixin. Îro 19 roj in çalakiya me ya dayikan didome."
'Neteweyên Yekbûyî çima bê helwest e'
Nuran, da zanîn ku 26 sal in li vir penaberin û di bin siwana Neteweya Yekbûyî de dijîn û wiha bilêv kir: "Tişta ku herî zêde mirov diêşine ev 26 sal in penaberiyeke ew qas bi rûmet sekneke ew qas pîroz heye. Her wiha Neteweyên Yekbûyî li hemberî hikûmeta navendî û hem jî li hemberî hikûmeta herêmî berpirsiyariya xwe bi cih neanî. Heta îro jî helwestek nîşan nedaye. Sedema ciye nayê zanîn."
'Em ê çalakiya xwe bidomînin'
Nuran, di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî kir û got: "Em dayik dibêjîn bila dorpêça li hemberî wargeha me ji holê bê rakirin. Bila gel dest bi jiyana xwe ya rojane bike. Heke daxwazên me neyên qebûlkirin em ê çalakiya xwe bidomînin."