TJA: Em ê bi kampanyaya xwe xwedî li çanda xwe derkevin

  • 10:36 19 Îlon 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - TJA di çarçoveya kampanyaya "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" li gundê Huskuta Êlihê Mîhrîcana Danûkan li dar xist. Jinan diyar kir ku yek ji armanca li dar xistina Mîhrîcana Danûkan a herî girîng xwedî derketina li çandê ye û wiha got: "Em ê xwedî li çanda xwe derkevin û rêxistina xwe bi hêz bikin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di meha tîrmehê de bi navê "Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan" starta kampanyaya 5 mehan da destpê kirin. Di çarçoveya kampanyayê de rêzeçalakî û bernamê tên lidarxistin. Her wiha li gelek deveran bi tevlîbûna mêran semîner hatin organîzekirin. Di hefteya borî aktîvîstên TJA'yê li gundê Huskut a navçeya Hezoya Êlihê Mîhrîcana Danûkan li dar xist. Bi tevlîbûna gelek jinan danûk hat kelandin, li dora sitilên danûkan stran hatin vegotin. Jinên ku tevlî mîhrîcanê bûn da zanîn ku ji bo xwedî li derketina çand û kevneşopiyê hatine û dê di meha cotmehê dê bi navê "Em xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin" çalakiyan li dar bixin. 
 
'Kelandina danûkan çandeke kevnare'
 
Aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bername û plansaziya kampanyayê û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Lingê kampanyayê ya herî girîng jî çand e. Ji ber vê sedemê em ê bi plansaziyên wisa li hev bicivin. Savar kelandin ji çandeke kevnare li Mezepotamyayê pêk tê. Ev tişt ked û hilberîna jinê nîşan dide. Dayikên me ev amadekariyê ji bo sivistanê kirin."
 
'Em ji çanda xwe ji dûr nakevin'
 
Derya, da zanîn ku niha çanda wekî wê berbi windabûnê ve diçe û wiha got: "Li hemberî çanda me polîtîkayeke dijwar tê meşandin. Êdî ciwanên me ji çanda xwe dûr dikeve. Armanca li dar xistina Mîhrîcana Danûkan li ser vê esasî bû û em dixwazin bi bernameyên wisa xwedî li çanda xwe derkevin. Gund û navçeyên derdorê jî hatin tevlî mîhrîcanê bûn. Em bû moralek. Em wekî aktîvîstên TJA'yê em ê xwedî li çand, ziman û kevneşopiyên xwe derkevin. Çi ji dest me bê em ê bikin."
 
'Me girîngî da kursên bi kurdî'
 
Her wiha aktîvîsta TJA'yê Derya qala plansaziya meha cotmehê kir û wiha axivî: "Em bi navê "Xwedî li ziman û çanda xwe derdikevin" di meha cotmehê de bernameyên cuda li dar bixin. Me li Êlihê plansaziyek derxist. Li Kurdistanê êdî zarok bi zimanê xwe yê dayikê naaxivîn. Me jî girîng da kursên bi kurdî. Niha li 2 saziyên me kursên bi kurdî hatin vekirin. Di serî de em ê dest pê bikin. Piştre em ê berfirehtir bikin. Her wiha li taxan jî perwerdeya wekheviya cinsiyetê hat destpêkirin. Her wiha li dijî qirkirina çandî em ê li Êlihê meşek li dar bixin. Her wiha di rojeva me de jî Heskif jî heye. Ji bo me mijara girîng jî penaberin û em ê derbarê mijarê de panelek li dar bixin."
 
'Li dijî qirkirina çandê têkoşîn hevceye'
 
Hevşaredara Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz, qala Mîhrîcana Danûkan kir û wiha destnîşan kir: "Ji bo xwedî li derketina çanda xwe me mîhrîcaneke bi vî rengî li dar xist. Her wiha xwedî li derketina gel û hevalên xwe me, me dilşad kir. Li ser erdnegariya kurdan hilberînên xweser hene. Mezopotamyayê cihê çandinî ye û ji ber vê sedemê me xwest li vir bernameya xwe li dar bixin. Ji bo me tişta herî girîng ji li dijî qirkirina çandê têkoşîn e."
 
'Ji bo kelandina danûkan li hev kom dibûn'
 
Zelîha Bozyîgît tevlî Mîhrîcana Danûkan bû û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Berê li gund jin bi hev re danûk dikelandin. Jin li hev kom dibûn û sîtilên xwe datînin ser agir û genimên xwe dikelandin. Em hemû li dora agir û sîtilan kom dibûn û me stran digot. Piştî kelandina danûkan me li ser banê xaniyan radixist. Hişk dikin û piştre dişînin aş. Lê 20 sal in êdî kes danûkan nakelîne û her kes tiştên amadekiri distine. Ev mîhrîcan ji bo me girîng bû. Em dixwazin çanda xwe bidomînin."