ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 19 Îlon 2019
- Rojev
*Kizwan ji warê gelek nexweşiyê re baş û ji gelek derdî dibe derman. Ji kizwanan dermanê nexweşiya dil, benîşt û qehwe çêdibe. Yek ji cihê ku kizwan tê pêdekirin jê Çiyayê Kizwana ye.
*Endama Koordinasyona Kongreya Star Foza Yûsif rewşa siyasî nirxand û got:"Aloziya li Sûriyeyê didome. Heger ji bo aştiyê û aramiyê gavên baş neyê avêtin ew ê rê li sûcên mirovatiyê yên hîn mezin bê vekirin. Ji bo alozî bi dawî bibe divê projeya Rêveberiya Xweser li her derê têkeve meriyetê. Siyaseta ku Rêveberiya Xweser dike, di xizmeta aramiyê de ye." DÎMEN HEYE
*Bihayê sebze û fêkiyan, bandor li ser amadekariyên zivistanê jî kir. Jinan diyar kirin ku ji ber zêdebûna biha dest ji amadekariya zivistanê berdin, ew nikarin xurekên xwe yên rojane jî bigirin û wiha gotin: “Em êdî nikarin debara xwe jî bikin. Divê dewlet çareseriyekê ji vê krîzê re bibîne.” BI DÎMEN
*Endama ATO Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku bi êrîşên li hember mafê kurtajê re, jin li cihên nebaş neçarî ku zarok ji ber here, tên hiştin û wiha got: “Ev tişta tê kirin wê dîsa bibe sedema derketina odeyên sebsîsê. Beriya ku bên asta kurtajê divê xizmetên tenduristiya parastî bê dayîn, lê li nexweşxaneyan kondom an jî heb tune ne.”BI DÎMEN
*Parlamentera Meral Daniş Beştaş, tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê wek komplo nirxand û wiha got: “Em jin wê destkeftiyên xwe nedin destê desthilatdariyê.” Parlamenter Serpîl Kemalbay jî wiha got: “Em bi partiyek ku dema diçe her sûcî dike, re rû bi rû ne. Li dijî mekanîznameyek wisa ji bilî bilindkirina têkoşînê riyek din tune. BI DÎMEN
* Aktîvîsta TJA'yê Derya Aslan ku tevli Mîhrîcana Danukê ya li gundê Huskut ê Êlihê di pêşengay TJA'yê de pêk hat bû, diyar kir ku yek ji armanca kampanyaya wan a herî girîng xwedî derketina li çandê ye û wiha got: "Me bi vê kampanyayê rêxistina xwe bi hêz kir û mezintir kir." DÎMEN HEYE