Tecawizkarê dihat darizandin nehat cezakirin!
- 08:45 19 Îlon 2019
- Rojane
MANÎSA - Davût Kahraman ku ji ber sûcê derbkirin, tecawiz û her wiha êrîşa zayendî ya li hemberî zarok û 3 jinan dihat darizandin, 8 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Lê belê dadgehê bersûc negirt.
Li Taxa Ergenekon a navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, di 7'ê kanûna 2016'an de dema Ebrû Tîrelî ya ducanî ji bo werzîşê çû Parka Osman Gazîyê, kesê bi navê Davût Kahraman ew derb kiribû. Li ser vê doz hatibû vekirin. Danişîna 4'an a dozê li Dadgeha Cezayê asliye ya 4'an a Tûrgûtlûyê pêk hat. Bersûc Kahraman tevlî danişînê nebû, lê belê parêzerên wî tevlî danişînê bûn.
Heyeta dadgehê ji ber Davût, Neslîhan Ç. îstismar kiriye 3 sal, ji ber heqaretê 7 meh, ji ber zaroka 14 salî Y.Ş.A. îstismar kiriye 4 sal ceza birî. Her wiha ji ber Davût heqaret li Tîreliyê kiriye jî dadgehê 7 meh û ji ber derbkirinê jî 9 meh ceza li Davût birî. Heyeta dadgehê ji bo sê sûcan bi giştî 8 sal û 11 meh ceza li Kahraman birî, lê belê ew negirt.