31 roj in Nobeta Demokrasiyê didome
- 15:36 18 Îlon 2019
- Rojane
AMED - 31 roj in li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman Nobeta Demokrasiyê tê lidarxistin, îro di nobetê de tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê hat şermezarkirin. Ji Dayikên Laçikspî Aysel Tufan, di çalakiyê de got: "Çend êrîşê li me bikin jî em ê dîsa biçin li ber avahiya AKP'ê"
Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman hatî dest pê kirin 31 roj in li Amedê didome. Nobeta Demokrasiyê li Cadeya Lîseyê bi dirûşmeyên wekî "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Amed ranezê xwedî li vîna xwe derkeve", "Dest nede vîna min" û "HDP gel e, gel li vir re" pêk hat. Parlamenter, hevşaredar, hevserok, rêveber, endamên meclîsa şaredariyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), nûnerên partiyên Kurdistanê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tevlî çalakiya rûniştinê ya 3 saetan bûn.
Di Nobeta Demokrasiyê de tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Qereyazî û Pasûrê hat şermezar kirin. Her wiha polîsan jina ku di nobetê de dovîz vekir binçav kir. Lê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li hemberî binçavkirinê rê li trafîkê re girtin. Piştî hevdîtinan a bi polîsan re hat diyar kirin ku jina ku hatî binçavkirin dê piştî îfadeyê serbest bê berdan. Piştre ciwan çalakiya xwe bi dawî kirin.
'Em ji bo vîna xwe li ber xwe didin'
Parlamenter Salîha Aydenîz di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku dê li dijî darbeyê her tim li ser piyan bin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ji bo vîna xwe li ber xwe didin. Lê AKP û MHP berxwedana me krîminalîze dike. Em destûr nadin vê yekî. Duh li Pasûrê û îro jî li Qereyaziyê qeyûm hat tayînkirin. Her wiha bi şandina dayikan a li ber partiya me hûn naghijin armanca xwe. Her wiha duh dayikên ku çûn li ber avahiya AKP'ê hatin derpkirin û hatin binçavkirin. Em ê polîtîkayên qirêj li her derê teşhîr bikin. Em ê li ber xwe bidin."
'Em dîsa biçin li ber avahiya AKP'ê'
Ji Dayikên Laçikspî Aysel Tufan duh li ber avahiya AKP'ê hat derpkirin û hat binçavkirin û îro tevlî Nobeta Demokrasiyê bû û wiha axivî: "Em ji bo zarokên xwe çûn. Lê hêj tiştek nepirsin êrîşê me kirin. Kesên ku li hemberî dayikan destê xwe radikin bila şerm bikin. Dayikên 60 û 80 salî hatin derpkirin. Em ji kesî natirsin û em ê carek din biçin li ber avahiya AKP'ê. Em zarokên xwe dixwazin. Em zarokên xwe yên li çiyê, yên li zindanan û yên li windabûyî dixwazin. Guh didin daxwazên dayikên ku li ber HDP'ê rûniştinê, lê guh nadin me. Çareserî ne li ber deriyê HDP'ê ye li ber deriyê AKP'ê ye. Em naxwazin, gerîla, leşker û polîs jiyana xwe ji dest bidin. Em aştiyê dixwazin."