Hunermend Merziye li ser gora xwe hat bîranîn

  • 14:37 18 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyeyê hunermend Merziye Ferîqî li ser gora xwe hat bi bîranîn. Di merasîmê de hat gotin ku Merziye hunermendeke netewî û pêşeng bû, dê tu carî neyê ji bîrkirin.
 
Li Silêmaniyeyê hûnermend Merziye Ferîqî li ser gora xwe hat bi bîranîn. Di merasîmê de hunermend, çalakvanên jin yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û gelek kesên din amade bûn. Destpêkê de di şexsê hunermend Merziye de ji bo hemû têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Evîn Nesrîn jiyannameya hunermend Merziye xwend. 
 
Di merasîma bi bîranînê de der barê kesayatiya Merziyêyê de axaftin hatin kirin. Di merasîmê de berpirsiyara Komîteya Peywendiyên KJAR'ê Ciwana Sine axaftinek kir û got: “Merziye hem dayik bû û hunermend bû û hem jî têkoşêr bû, di nav huner û siyasetê de cih digirt. Merziye her tim di stranên xwe de behsa derdê jinan dikir. Ji bo vê jî pêwîste em jî weke jin li ser şopa wî bimeşin.”
 
Nûnera Yekîtiya Jinên Kurdistanê Seywan Rostem jî di merasîmê de axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Merziye ji bilî hunera xwe pêşmergeya eniya şer bû û di nav têkoşînê de bû. Di wan deman de yên wekî Merziyeyê kêm bûn. Hezkirina me ji bo wê tu carî bi dawî nabe."
 
Wesyeta hunermend Merziye ew bû ku çi dema kesek serdana gora wî bike, bila guh bide stranên wê, yan jî bi xwe stranan bêje. Merasîm bi guhdarkirina stranan bi dawî bû. 
 
Merziye Ferîqî di temenê xwe yê 47 salî de li 18’ê îlona 2005’an ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Merziye li ser daxwaza wê li Silêmaniyeyê ya Herêma Federal a  Kurdistanê hatibû veşartin.