Li Îzmîrê gelek kesên qeyûm protesto kirin hatin binçavkirin

  • 14:26 18 Îlon 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Li dijî tayinkirina qeyûmê Pasûrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê kesên ku xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê xwest ku li dijî tayinkirina qeyûmê Pasûrê daxuyaniyê bide. Daxuyaniya ku Parlamenterên HDP'ê yên Îzmîrê Serpil Kemalbay û Murat Çepn jî beşdar bûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Di encama mudaxaleyê de Mustafa Kazak, Recep Acar, Ferhat Harun Pehlivan, Hacay Yilmaz, Şerafettin Yetin û Yurdakul Ustekler hatin binçavkirin. 
 
Kesên ku hatin binçavkirin birin Muduriyeta Şaxa TEM a Îzmîrê.