Li Qelqeliyê li ser 'Zayendiya Civakî' semîner hat dayîn

  • 13:57 18 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Jinan eleqeyeke mezin nîşanî semînera li ser "Zayendiya Civakî" ku ji aliyê HDP'ê ve hat dayîn dan 
 
Di pêşengiya Muduriyeta Polîtîkayên Jinan û Komîsyona Jinan a Şardariya Qelqeliyê ya HDP'ê de li gelek gundên girêdayî navçeya Qelqeliyê ya Wanê ji bo jinan li ser "Zayendiya Civakî" semîner hat dayîn.
 
Di semînera ku li li gundê Velecanî yê hat dayîn de bi sendan jin amade bûn. Jinên ku bi zarokên xwe re tevli semînerê bûn ji bo wan ji aliyê Mudura Polîtîkayên Jinan a şaredariyê Neslîhan Şedal ve li ser "Zayendiya civakî û zewaca di temên biçûk de" semîner hat dayîn. 
 
Piştî semînerê ji jinan re laçikên spî hatin diyarîkirin.