'Li hemberî vîna gel darbeyeke siyasî pêk tînin'
- 13:04 18 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Rêxistinên HDP'ê yên Yenîşehîr û Peyasê li dijî tayînkirina qeyûman a li şaredariya Pasûrê û Qereyaziyê daxuyaniyek dan û gotin îktîdar di hilbijartina 31'ê adarê de bi ser neket û gotin: "Tayînkirina qeyûman tê wateya darbeya siyasî ya li hemberî vîna gel."
Di 19'ê tebaxê de li hemberî Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat dayîn kirin û duh û îro jî li Şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê qeyûm hat tayînkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Yênîşehir û Peyasê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tayînkirina qeyûman şermezar kirin.
Rêxistina HDP'ê ya Peyasê li ber avahiya xwe bi tevlîbûna endamên meclîsa şaredariya Peyasê û endamên partiyê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP'ê ya navçeya Peyasê Kadrî Akay ve hat xwend. Her wiha daxuyaniya rêxistina Yenîşehîrê jî li ber avahiya partiyê bi tevlîbûna parlamenter Dersîm Dag, endamên meclîsa şaredariya Yenîşehîrê û endamên partiyê daxuyanî hat dayîn, daxuyanî ji hêla Sadrettîn Kaya ve hat xwendin.
'Her roj êrîş dikin'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku îktîdar tehemmûlê encamên hilbijartinên 31'ê adarê nekir û wiha got: "Ji ber ku encamên hilbijartinê qebûl nakin her roj êrîş dikin. Her wiha li gelek cihê endamên meclîsên şaredariyên HDP'ê ji peywîrê hatin dûrxistin. Her wiha di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînê Şaredariyên Bajarê Mezin kirin."
'Hevşaredar hedef hat nîşandan'
Di daxuyaniyê de qala bûyera Pasûra Amedê hat kirin û wiha hat aşkerakirin: "Kesên ku hurmetê nîşanî vîna gel nakin Şaredariya Pasûrê hedef girtin û piştî teqîna li Pasûrê qeyûm tayînê şaredariyê kirin. Hevşaredarên me hatin binçavkirin û şaredarî ji hêla hêzên taybet ve hat dorpêçkirin. Bê hincet hevşaredarên me û 4 hevalên me di binçavan de man û roja duşemê hatin girtin. Hevalên me bê delîl û bi hedef nîşandana medyayê hatin girtin."
'Li hemberî vîna gel darbeyeke siyasî pêk hat'
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku li şûna ku bûyer ronî bikin qeyûm tayînê şaredariyê kirin û wiha got: "Bi rêya hilbijartinê bi ser neketin û niha jî bi xespê dest danîn şaredariyan. Li hemberî vîna gel darbeyeke siyasî ye. Em bang li raya giştî, rêxistinên sivîl û welatiyan dikin li hemberî êrîşa li ser vîna gel bêdeng nebin û hişyar bibin.
Di daxuyaniyê de herî dawiyê hat gotin ku dê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin û her wiha divê hevşaredar carek din vegerin ser karên xwe.