Çalakiya Wanê ya rûniştinê di roja xwe 31'emîn de ye

  • 12:42 18 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Di çarçoveya Nobeta Demokrasiyê de çalakiya rûniştinê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li Wanê di roja xwe ya 31'emîn de didome. HDP'iyan di çalakiya rûniştinê de peyama xwe ya berdewamiya têkoşînê dewam kirin. 
 
Bi daxwaza Wezareta Karê Hundur qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin. Di çarçoveya Nobeta Demokrasiyê de çalakiya rûniştinê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li ber avahiya HDP'ê ya Îpekyoluyê li Wanê di roja xwe ya 31'emîn de didome. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul, Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umit Dede, Hevserokên navçeyan ên HDP'ê, endamên meclîsan, Dayikên Aştiyê yên Wanê, Aktivîstên  Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.
 
Murat Sarisaç berî çalakiyê axivî û got:"Çi dibe bila bibe ya ku ew ê bi ser bikeve ew ê têkoşîna me be."
 
Piştî axaftinan çalakî bi kilam û dirûşman bi dawî bû.