Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê didome
- 12:31 18 Îlon 2019
- Rojane
KOBANÊ - 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê bi dirûşma "Zarok mîrasa hunera jiyana azad in" di roja 2'emîn de berdewam e.
Bi pêşengiya Tevegra Kevana Zêrîn û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), 3'emîn Mîhrîcana Hunera Zarokan a Herêma Firatê li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê didome. Di roja duyemîn de zarokan berhemên xwe yên hunerî ku ji stran, şano û govendê pêk dihatin pêşkêş kirin.
Komên ku îro beşdarî mîhrîcanê bûn wiha ne: Koma Ş. Halim ya stranê, Koma Cirin a lîstikê, Koma Ş.Sariya a govendê, Koma Şanoyê ya Tebqayê, helbestvan Hêlîm û Hemrîn, helbestvan Izet Elî, Koma Şanoya Ş. Mustefa, Koma govendê ya Ş. Şîlan, Koma Stranan a Dirêt Firat, Koma Stranan a Tebqa û Koma Şanoyê ya Reqayê.
Piştre wê pêşengeha wêneyan a zarokan di çarçoveya mîhrîcanê de bê pêşandan. Paşê navbera nîvro wê koma ş. Barîn ya Stran, koma Ş. Rêvana ya Govendê, helbestkar Şîlan û Zîlan berhemên xwe pêşkêş bikin.
Mîhrîhan bi stranên koma Ş. Halim ya stranan didome.