Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 18 roj in li ber xwe didin
- 11:10 18 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê li dijî dorpêça Wargeha Mexmûrê 18 roj in li ber xwe didin. Serdan û piştgiriya ji bo çalakiya dayikan didomin û dayikan da zanîn ku heta ku daxwazên wan bên qebûl kirin dê çalakiya xwe bidomînin.
63 roj in Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji hêla asayîşa PDK'ê ve hatiye dorpêçkirin. Hatin û çûyina wargehê, çûyîna nexweşan a li nexweşxaneyên Hewlêrê, derketina xwendekar û karkeran a ji wargehê hat qedexekirin. Li dijî dopêçê Dayikên Aştiyê yên li Mexmûrê 18 roj in li ber deriyê seyteraya PDK’ê ya ku dikeve di navbera Mexmur û Hewlêrê de çalakiya rûniştinê pêk tînin.
Endamê Meclîsa Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Hewlêrê Nasir Yagiz ê 187 û endezyar Herêm Mehmud ku 91 rojan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de mabûn, duh êvarê Dayikên Aştiyê ziyaret kirin. Di serdana dayikan de Nasir û Herêm çalakiya dayikan silav kirin û wiha gotin: "Ev dorpêç bi berxwedana dayikan dê bê rakirin."
Her wiha Dayikên Aştiyê da zanîn ku li gel şert û mercên dijwar dê çalakiya xwe heta bighije encamê dê bidomînin.