Jinên li Wargeha Mexmûrê: Ji tirsa tecrîdê giran dikin
- 10:44 18 Îlon 2019
- Rojane
MEXMUR - Jinên Wargeha Penaberan a Mexmurê derbarê cezayê disîplînê ya 3 mehan a li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatî dayîn şermezar kirin û gotin: "Dewlet ji gotinên Abdullah Ocalan ditirse, ji ber vê tecrîdê girantir dike û didomîne."
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2'ê gulanê, 22'ê gulanê, 12'ê hezîranê, 18'ê hezîranê û herî dawiyê di 7'ê tebaxê de bi muwekîlê re hevdîtin pêk anî. Her wiha malbat jî herî dawiyê di 12’yê tebaxê de bi boneya Cejna Qûrbanê hevdîtin kiribûn. Hat aşkerakirin ku cezayê disîplînê yê 3 mehan dane Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji ber vê sedemê daxwaza hevdîtinê hatin redkirin. Li hemberî cezayê disîplînê jin, dayik û jinên ciwan ên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmur) nerînên xwe anîn ziman û gotin: "Ev tişt tê wateya domandina tecrîdê."
'Tecrîd didome'
Dayika bi navê Besna Gever, bal kişand ser tecrîda ku bi salane tê meşandin û wiha axivî: "Ez tecrîta ku bi salane li ser Rêberê me didin meşandin şermezar dikim. Niha jî dîsa dewleta Tirk destûr nade ku malbat biçin serdana Rêber Apo. Bi pêşengiya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven gavet hatibû avêtin. Lê belê dîsa dewlet nahele ku malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Li gorî me ev tişt domandina tecrîtê ye. Em jî li dijî vê tecrîtê bêdeng namînin û weke jin em ê her tim li dora rêbertiya xwebin. Ne tenê mafê Gelê Kurd mafê hemu gelên bindest di parêze, em heya dawiyê dawî bi Rêberê xwe re ne."
'Bê deng nemînin rabin ser piyan'
Ciwana bi navê Roheyv Guvercîn, da zanîn ku divê ciwan tu carî li hemberî neheqiyan bêdeng nemîne û wiha got: "Weke ciwaneke ya Mexmurê ez tecrîta giran kirî ya li hemberî Rêberê xwe şermezar dikim. Destûr nadin ku malbat biçin hevdîtinê. Divê em hemu li erka xwe xwedî derbikevin û gel, jin û ciwan hemû rabin ser piyan heya ev tecrît bi temamî bi dawî bibe. Ji destê kê tiştek were divê bikin. Ez bang li rêxistinên mafên mirova dikin û dibêjim di vê mijarê de tişta ji destê wan were bikin. Ne tenê Gelê Kurd divê tevayî gelên bindest ji bo neheqiyê bê deng nemînin û rabin ser piyan daxaza heqê xwe bikin. Ciwan hêza dînamik ya civakêye ji ber wê yekê divê ciwan pêşengtiya her cure çalakiyan bike û ne razîbûna xwe bidin diyar kirin bi taybetî jî jinên ciwan divê mijarêde helwestek tund divê bidin nişandan.”
'Ji ber tirsê tecrîdê giran dikin'
Jina bi navê Sultan Yildiztan derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abudllah Ocalan de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi salan hevdîtin bi Rêbertiyê re pêk nehat. Lê bi berxwedana gel û bi çalakiya Leyla Guven û berxwedana zindanan tecrît hat şikandin. Lê belê dema ku dengê aştî, biratî û çareseriya pirsgirêkan ji Îmraliyê hat, dewleta Tirk û Erdogan ket nava tirsek e. Ji ber tirsê dîsa tecrîta li hemberî Rêberê me û girtiyên din giran kir. Em helwesta dewleta Tirk şermezar dikin, ev bi salane vê êşê bi me didin kişandin. Divê rêxistinên mafên mirovan û CPT tecrîdê qebûl neke."