Li Qamişloyê Tevgera Çandê şahî li dar xist
- 09:32 18 Îlon 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Tevgera Çand û Hunerê bi dirûşma "Ka em biçin navenda çandê" ji bo şêniyên Qamişloyê şahiyek li dar xist.
Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi pêşengtiya Tevgera Çand û Hunerê bi beşdarbûna bi dehan kesî û Endamên Yekitiya Hunermendên herêma Cizîrê şahiyek li dar xist. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir.
Di şahiyê de, komên beşdarvan berhemên xwe ji stran û govendên foklorî ji şêniyan re pêşkêş kirin. Koma Sazkar a staranan, Koma Bala ya foklorî, koma Şehîd Welat a govendê, koma Botan a stranan û koma Nûpelda ya stranên foklorî hunerê xwe pêşkêş kirin.
Armanca şahiyên bi vî rengî ew e ku şêniyên heremê li hunera xwe vegerin û çanda xwe yê foklorî ya resen nas bikin.