Dayika Şemiyê Zubeyde Tepe: Gelo dayikên nûçegîhanên hatin qetilkirin tune bû?

  • 09:16 18 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOL - Yek ji dayikên Şemiyê Zubeyde Tepe, diyar kir ku pirsgirêka dayikên li ber HDP’ê rûniştine dewlet dikare çareser bike û got: “Dewlet 25 sale bersivê nade me. Gelo em ne dayik in? Em dayikên leşker, dayikên zarokên wan çûne çiyê, dayikên Şemiyê bi hev re têbikoşin. Bila dewlet vê pisgirêkê çareser bike. Ev pirsgirêk bi aştiyê dikare çareser bibe.”
 
Malbatên ku îdia dikin zarokên wan revandine çiyê, ev demeke li ber HDP’a Amedê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Çalakiya malbatan ji aliyê çapemeniya AKP’ê ve her roj bi zindî tê dayîn û serokomar jî banga piştgiriya çalakiyê kir. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu , wezîr û komek hunermend û lîstikvanî li ber avahiyê malbat ziyaret kirin.
 
26 sale li edaletê digere
 
Dayikên Şemiyê ku qada Galatasarayê li wan hat qedexekirin, diyar dikin ku çareserî bi aştiyê pêkan e. Dayika rojnamegerê Ozgur Gundemê ku di 1993’an de hat revandin û windakirin Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe 26 sale li edaletê digere.
 
‘Cihê rûniştinê ne ew der e’
 
Zubeydeyê der barê malbatên li Amedê rûniştine de axivî û got: “Heta niha li ku bûn? Dayikên Şemiyê 25 sale li zarokên xwe digerin. Bi hezaran kuştinên kiryar nediyar hatin jiyîn. Em dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê rûniştin. Em 25 sale ji bo zarokên xwe têdikoşin. Lê me encamek negirt. Bersivek nedan me. Niha malbat li ber HDP’ê rûniştine, lê ew ne cihê rûniştinê ye, vê pirsgirêkê meclîs dikare çareser bike. Ez êşa hemû dayikan fêm dikin. Ji ber min jî zarokê xwe winda kir. Hêvîdar im rojekê aştî pêk bê û zarokên wan bên.”
 
‘Serokomar soza xwe neanî cih’
 
Zubeydeyê destnîşan kir ku divê dewlet ji bo çareseriyê bikeve nava tevgerê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikek li wir dibêj e ‘kurekî min li leşkeriyê yek li çiyê ye’. Dibe ku zarokên wê hev bikujin. Çareya vê yekê tune ye. Divê çareyek bê dîtin. Îro kurê min û yê te çima hev bikujin. Hev nas nakin. Çima pevçûn. Bila dewlet bersiva vê bide. Pêlav, çenteyên leşkeran li çiyê ma. Yên li çiyan jî wisa bûn. Cilên kurê min li ber Gola Hazarê ma. Ez bang li dayikan dikim. Ev 25 sale em têdikoşin. Polîsan piştgirî neda me. Serokomar neda me. Serokomar gazî dayikek pîr kir. Got ‘bên ez ê karê we çareser bikim’. Mixabin ew soz li wir ma. Wezîr Suleyman Soylu çû Amedê. Dibêje ‘Kurd welatiyên min in, em goşt û neynûk in. Wê demê bên cem me jî. Were rojekê rewşa me jî bipirse. Îro Yavuz Bîngol û Hulya Koçyîgît çû cem wan dayikan. Rojnameger, rewşenbîr her roj wan dayikan dinivîsin. Yavuz Bîngol û Hulya Koçyîgît li şûna çûne wir bila biçûna cem serokomar. Bila bêjin ku bila êdî dayik negirîn.”
 
‘Em jî dayik in lê nehatin cem me’
 
Zubeydeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ber Galatasarayê bi copan li me didin. Şîdetê li me dikin. Li wir 20 kes kom bûne, wan jî dora wan girtine. Çaya wan xwarina wan tînin. Dibêjin ‘em berxwedana wan pîroz dikin, em piştgiriyê didin wan’. Bi rastî jî guneh e. Ez bang li serokomar dikim, ji kerema xwe re dawî li vê êşê bîne. Bila ev şer raweste. Bila aştî bê. Bila zarokên me hev nekujin. 40 sale ev şer didome, ma bila hîna 40 salên din jî bidome. 25 nûçegîhanên Ozgur Gundemê qetil kirin. Gelo dayikên van tune ye. Em hemû yek in. Ji vir şûnde divê em dest bidin hev. Lê divê dewlet jî bêje ‘erê’.”