Xwendekarên zanîngehê ji zemên yurdan bi gazinc in

  • 09:12 18 Îlon 2019
  • Rojane
Melike Aydin
 
ÎZMÎR - Xwendekarên jin diyar kirin ku ji bo yurdan bên bicihkirin bi mehan hatine sekinandin û li ser vê jî zem û krîza borî şertên jiyana wan pir zehmet kiriye û gotin: “Em her tim difikirin ku em çawa bijîn. Di esasê de dewlet dibêje ‘pereyê te tunebe, vegere’.”
 
Ji Zanîngeha Egeyê Pinar Usta ya xwendekara Beşa Zîraatê û Zelal Baydemîr ya ji beşa Têkiliyên Navneteweyî, der barê piştî zema ku ji bo yurdên KYK’ê hatine kirin, şertên pê re hatine rû hev axivîn.
 
Pinarê daxuyakirin ku di nava hezaran xwendekarî de li yurdên KYK’ê bicih bûn zehmete û wiha got: “Ez di rêza pêvek de mam. 9 mehan li bende mam ku bicih bibim. Ji ber vê sala ewil ez li yurdeke teybet ku saetekê ji dibistanê dur bûm mam. Yên li zanîngeha 9 Eylulê li Bornovayê em li Bucayê ne. Pereyê ji me digirin kêm dîtin û dixwazin ji veguhestinê derxînin.”
 
‘Zemê qada xwendekaran teng kir’
 
Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min du salan 168 TL dida lê bi zema ji sedî 20’î re em ji 200’î zêdetir didin. Ez 500 TL bursa dewletê ya şûnde divê bê dayîn digirim. 200 didim yurdê yê din jî têrî rê, xwarin û wekê din nake. Dibêjin ‘qe nebe malbat didin we’. Ligel vê divê em krediyê şûnde bidin. Çawa em dest bi karekî sîgorteyî bikin divê em vî pereyê bidin. Kantîn pir bihaye. Em pere didin nan û avê. Em neçar dimînin ji kantînê dan û stanê bikin. Li yurdê wê 2 nivînên din zêde bikin û biguherin yurda nîv taybet a 10 hezar nivînî. Bi vî awayî wê zêdetir karê bikin. Yurdên nîv taybet 300 TL bû. Em dema dikevinê ji 400 TL’y’i zêdetir depozîto didin.”
 
‘Ne yurde girtîgeh e’
 
Pinarê daxuyakirin di têketina yurdan de turnîke heye, bi şopa tiliyan tê kirin û got: “Ode herî kêm 4 kesî digirin. Ji bo 24 kesî 4 tuwalet û 4 serşo hene. Ava qirêj ji kaniyan tê. Sabun û kaxiza tuwaletê tune. Nîvê şevê midûriyet dikare bikeve odeyan. Dikarin lêgerîn bikin. Li KYK’yan bi navê ‘Ofîsa Ciwan’ û şêwirmendên girêdayê Midûriyeta Karê Diyanetê li wir ji bo jinan qaşo wazan didin û di cejnên olî de her kesî vexwendiyê sifreyên şaredariyên AKP’ê dikin. Li her blokê aşîfên gerên Meke-Medîne û pêşbirkên Osmanî hene. Nêrînên muxalîf tên astengkirin û desthilatdarî Îslamê bi Turgev û Weqfa Anadolu rêxistin dike. Li zanîngehan her tim polîsên sivîl û peywirdarên ewlehiyê digerin. Tevî her tiştî fikra azad û femînîzm pêş dikeve. Tevî her tiştî xwendekar bi cesaretin.”
 
‘Pereyê te tunebe, biçe an jî îrada xwe teslîm bike’
 
Xwendekar Zelal Bîlgîn jî bi lêv kir ku yurd di navbera 23.00 û 06.00’an de bi giştî giriye û li yurdên mêran saet hîn nermtirin û wiha got: “Xwendekar her tim di fikra em ê li ku bimînin, ez ê çi bixwim û ez ê çawa debara xwe bikim de ne. Piştî krîza aborî xwendekar hîn bêtir dikevin rewşa hêza kar a erzan. Azadbûna zanîngeha tê wateya ku pergal xwe fes dike. Ev tê wateya windabûna ceamatan. Yurd pir bihane. Xwendekar çawa tên li yurdan nikarin bicih bin. Heval tune nikare biçe xanî jî bigire. Yanî di esasê de dewlet dibêj e ‘pereyê te tunebe biçe’. Peymana 10 mehan didin îmzekirin. Ger tu qebûl bikî divê tu bernameyên wan jî qebûl bikî. Yurdên feto hatin girtin dewrê hinekên din hatin kirin.”