Seroka Komeleya Jinan a Rosa, Adalet Kaya: Kurtaj maf e

  • 09:07 18 Îlon 2019
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya êrîşên dewletê yên li hember jin û destkeftiyên jinan nirxand û got: “Emniyeta Stenbolê ji hemû nexweşxaneyan agahiyên jinên di navbera 30-40’î de kurtaj kiriye xwestiye û ev li dijî peymanên navneteweyî û qanûnî ne. Daxuyaniya dozgeriyê daye qels e.”
 
Li Tirkiyeyê di meha Tebaxê de 49 jin hatin qetilkirin û ev hejmar her diçe zêde dibe. Ji bo pêşî li kuştinên jinan bê girtin tedbîrek nayê girtin û êrîşên li hember destkeftiyên jinan jî didome. Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya êrîşên li hember jinan, daxwazkirina lîsteya jinên kurtaj kirine nirxand.
 
‘Bêcezabûn hêzê dide mêr’
 
Adaletê daxuyakirin ku gelek sedemên zêdebûna kuştinên jinan heye û wiha pê de çû: “Sedema herî mezin jî polîtîkaya bêcezakirinê ye. Her ku edalet bêcezabûnê zêde dike, mêr ji vê hêzê digire û yek ji sedemên din a zêdebûna êrîşan mekanîzmayên pêşîgirtina şîdetê yên dewletê tune ye. Tu mekanîzmayeke ku jin serî lê didin naxebitin. Ya girîng nikare dest ji mêr berde. Dadgeh ji bo jinên şîdetê dibînînin dest ji mêr bernede, berê wan didin navendeke dûrxistinê. Jinan dişînin cem mêrên ku dîsa şîdetê lê dikin. Dadgehê malbatê her diçe destberdanê zehmet dike û ev jî dibe sedema bidawîbûna jiyana jinan. Sedema din jî daraz, Peymanên Stenbol û xalên hejmara 6284 tune dihesbîne, hinek daxistinên ceza didin mêr û bi vê awayî jî destê mêr xurt dikin. Bêguman mêr jî dikeve nêrîna ‘ez çi bikim jî ez ê xilas bibim’. Mixabin ev rewş di civakê de belav dibe.”
 
‘Ji hêz û piştevaniya jinan ditirsin’
 
Adaletê destnîşan kir ku Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284, tedbîrên pêşîgirtina êrîşê li ser jinan dihewîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nûnerên desthilatdariyê her carê dibêjin ev qanûn ne hewce ne. Li hember vê jî êrîşekê dike. Em ê li dijî tunekirina Peymana Stenbol û 6284’an têkoşîna xwe bidomînin. Ger tedbîrên hewcedar bihata girtin wê îro 49 jin bijiyana. Desthilatdarî her diçe jinan bê hêz dike, hepsê malê dike. Ji hêz û piştevaniya jinan ditirsin. Hebûna jinan a di qada cemawerî de wan ditirsîne. Li hember hemû destkeftiyên jinan êrîşek mijara gotinê ye.”
 
Adaletê bal kişand ser rûniştina Muzeyyen Boylu ya ji aliyê mêrê ku dixwest dev jê berde ve hat qetilkirin û got: “Me di hewldanên Muzeyyen Boylu de dît ku tu mekanîznameyeke dewletê naxebite. Sê caran doza destberdanê vekiriye. Sê caran şandine lihevkirinê. Her sê caran jî neçar maye bi mêrê ku ew kêr kiriye bijî. Biryarên tedbîra parastinê heye lê 15 roj dem hatiye dayîn. Li ber çavan pêvajoyek hatiye jiyîn. Mesut Issi di parastinê de îdia dike ku derûniya wî ne baş e û xwe sûcdar jî nabîne. Wek me baroyan rêxistinên civaka sivîl jî xwe spartin Peymana Stenbolê û gotin divê tevlî dozê bibin. Lê Tirkiyeyê carek din peyman pêk neaniye. Her çiqas tevlîbûna me neyê qebûlkirin jî em ê dozê bişopînin.”
 
‘Refleksên tên nîşandan wek balonekê ditemire’
 
Adaletê balkişand ser kuştina Emîne Bulut û got hesta wê û zarokeke ku digot ‘dayê nemre’ di rayagitşî de deng daye û got: “Em wek feraset li dijî weşandina şîdet, tacîz û tecawizê ne. Em dibêjin ev ne rast e. Lê wê demê hinek kes radibin dîmen qeyd dikin û parve dikin. Her kesî ev dît û temaşe kir. Piştî dîmenan îfadeyên ‘divê tiştek bê kirin, her der bihêje’ hatin bikaranîn. Lê derketina refleksê tenê tiştekî îfade nake. Di carekê de di rayagiştî de rê li ber hestekê vekir û mixabin di mehek dawî de 49 jin hatin qetikirin. Yanî refleksên tên nîşandan wek nepoxekê ne.” 
 
‘Kurtaj mafê jinê ye’
 
Adaletê her wiha balkişand ser daxwaza Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ya der barê navên jinên kurtaj bûne û wiha pê de çû: “Daxwazkirina agahiyên jinên kurtaj bûne li dijî peymanên navneteweyî û qanûnan e. Ev bi fikar e. Daxuyaniya dozgeriyê jî kêm e. Ji bo tespîtkirina gumanbaran, ne rast e ku agahiyên tenduristiya hemû jinan bê komkirin. Divê nexweşaxane jî di esasa rêgez û etîka xebatê de vê parve neke. Her wiha divê demildest der barê mijarê de daxuyaniyek bê dayîn. Kurtaj maf e, di xizmeta tenduristiyê ya tê dayîn de rêgeza veşartinê esas e.”
 
‘Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin’
 
Adaletê di dawiya axaftina xwe de xeta têkoşînê ya dane berxwe jî wiha vegot: “Me Komeleya Jinan a Rosa di meha cotmehê de planek da ber xwe. Em dixwazin li hemû mal, taxan xebatên agahdarkirinê û hişmendiyê bidin meşandin. Di rojên borî de li Amedê kuştinên jin û zarokan pêk hatin. Mixabin zêdebûna hejmarê me dike fikaran. Me biryar da ku em li ser hûr bibin. Me broşur nivîsî. Em xebatekê rêxistin dikin. Em banga piştevaniyê li hemû jinan dikin.”