'Em wekî şaredariya gel ji bo xizmeta gel her amade ne'
- 09:04 18 Îlon 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
HESEKÊ - Şaredariya Gel a Hesekê xwesteka jinên Gundê Dileyan bi cih anî û ji bo pirsgirêka rêyên xirabe ye çareser bike dest bi xebatan kir. Endazyara Şaredariya Gel a Hesekê Civîn Yûnis diyar kir ku ji bo pirsgirêk bên çareserkirin şaredariya gel her di nava hewldanê de ye û wiha got:"Pirojeyên me yên ji bo sererastkirina rêyan dewam dikin. Di demek nêz de em ê rêyên gundan sererast bikin. Me dengê jinan bihîst û em ê her bibihîsin û xizmeta gel bikin."
Gundê Dileyan yek ji gundên navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ye. Ji ber ku rêyên gund xirabene şêniyên gund zehmetiyan dikşînin. Şaredariya Gel a Hesekê ji bo pirsgirêka rêyan çareser bike dest bi xebatan kir. Şêniyên li Gundê Til Temirê diyar kirin ku ji ber rê xerabe ye loma ew bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin û wiha gotin:"Em bi hêvî ne ku wê şaredariya gel pirsgirêkên me çareser bike û rêya çûn û hatinê ya li gundê me sererast bike."
'Em kêfxweş in ku şaredarî dengê me dibihîse û xizmetê dike'
Fatima Hiweyîca wiha got:"Piraniya rêyên gund xerab bûne. Di gundê me de rêya çûn û hatinê zehmet e, ev yek jî dihêlê ku caran erebe neyên gundê me. Gelek caran em erebyên taybet ji bo ku pêdîviyên malê em pêk bînin an jî em biçin bazarê dixwazin, lê ji ber ku rê pir xerab e û zerarê digihêje erebeyan, ajokar nayên. Di demsala zivistanê de, bi barîna baranê em pir zehmetiyan dibînin. Ji xwe barîna barana îsal zerareke mezin ji bo rêkên gund bixwe re anî. Zarokên me dema diçûn dibistanan zehmetî didîtin. Kesên nexweş pir zehmetî dikişandin heya ku digihêştin bajêr. Em dixwazin ev pirsgirêk werin çareserkirin. Lê em kêfxweş in ku şaredarî dengê me dibihîse û xizmetê dike."
'Em bi şaredariya gel bawer in ku ew ê ji pirsgirêkên me çareseriyê bibîne'
Gundiya bi navê Şemsa Mihemed Elî jî bal kişand ser kêmbûna ava vexwarinê û wiha got: "Ava vexwarinê jî li gund kêm e. Em neçar dimînin ku ava vexwarinê bikirin. Eger îsal dîsa zivistan zor be, wê rewşa me jî xerab be. Ji aliyekî ve rêyên xerab, li aliyê din jî kêmbûna avê zehmetiyê dide me. Divê şaredariya gel bi awayekî lezgîn me ji van zehmetiyan xelas bikin. Em bi şaredariya gel bawer in ku ew ê ji pirsgirêkên me çareseriyê bibîne."
'Di demeke nêz de em ê bersivê bidin û rêka gund sererast bikin'
Endezyara Şaredariya Til Temirê Civîn Yûnis li gazindên gel guhdar kir û wiha bersiv da: "Bi sedama barana îsal rêyên gelek gundan zerar dîtin. Di demsala havînê de jixwe me dest bi pirojeya sererastkirina rêyan kir. Destpêkê me rêyên ku herî zêde zerar dîtine li bajaran sererast kir. Ji ber wekî ku em dizanin bajar mezin in û her pêdiviyên gel li wir peyda dibin. Niha jî me hejmara gundên ku zerara rêyan lê heye li gel xwe qeyid kirine û pirojeya me hîn di pêkanînê de ne. Me dest bi rêkên gundan kiriye û di demeke nêz de em ê bersiva şêniyên gund bidin û rêya wan çareser bikin. Em wekî şaredariya gel ji bo xizmeta gel her amade ne."