Ji Nobeta Demokrasiyê bang: Em li vir in û li ber xwe didin
- 16:44 17 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê îro jî li cadeya Lîseyê bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Amed ya me ye" pêk hat. Di nobetê de parlamenter Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku tevî zext û zordariyên dîsa li virin û li berxwe didin û got: "Hûn nikarin destdanin ser vîna gel û hûn nikarin têkoşîna wan biqedînin.”
Nobeta Demokrasiyê ya ku li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatî destpêkirin didome. Wekî Mêrdîn û Wanê îro dîsa li Amedê li cadeya Lîseyê ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nobeta Demokrasiyê li gel dopêça polîsan hat lidarxistin. Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Salîha Aydenîz û Dersim Dag, endamên Kurd PEN'ê, endamên Dayikên Aştiyê yên Cizîrê û Tîfaka Partiyên Kurdistanî beşdarî nobetê bûn. Welatiyan di nobetê de dirûşma “Pasûr ya me ye rûmeta me ye” berz kirin. Her wiha endamên Kurd PEN'ê ji Lîseya Ziya Gokalp a li navçeya Yenîşehîrê heta cihê nobetê bi pankarta "Dest nede vîna min" meşiyan û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" û "Amed ya me ye" berz kirin.
'Em nahêlin bi ser kevin'
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan dest nîşan kir hişmendiya qeyûm ket nava hewildanên qirêj û wiha axivî: “Dixwaze li ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê siyaseteke qirêj bidin meşandin. Em wê îstîsmarkirina dayikan şermezar dikin û em nahêlin ku bi ser kevin.”
'Êrîşê çand û nasnameya kurdî dikin'
Pişt re li ser navê rewşenbîr û nivîskarên Kurd Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan diyar kir ku êrîşa li dijî şaredaran di heman demê de êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e got: “Êrîşa li ser şaredaran êrîşa li ser çand, wêje û nasnameya kurdî ye. Ji bo vê yekê jî em vê êrîşê li dijî xwe dibînin û qebûl nakin. Bi vê bîr û baweriyê em tevlî vê têkoşînê dibin û girîng dibînin. Êrîş ewil li dijî ziman hatin kirin. Tabelayên Kurdî daxistin. Nivîsên kurdî, perwerdehiya kurdî qedexe kirin. Hundirê saziyan vala kirin. Ev nîşan dide ku ev êrîş li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî ye. Lê em wekî gelê kurd tu caran van êrîşan qebûl nakin."
'Mesele binpêkirina vîna gel e'
Li ser navê Îttîfaka Partiyên Kurd Sînan Çîftyurek jî wiha got: "Îro roja berxwedanê ye. Destdanîna ser vîna gelê me mesela partiyekê, mesela HDP’ê nîne. Vîna gelê me binpê kirin. Divê bi çavê gel em lê binêrin. Em bang li hemû Partiyên Kurdistanê, rêxistin, bawermend, oldar û siyasetmedaran dikin û dibêjin werin roj roja em li dijî qeyûm xwedî li vîna xwe derkevin.”
'Nikarin têkoşîna me biqedînin'
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî ev tişt anî ziman: "Tevî hemû zext û zordariyên we em dîsa li virin û berxwe didin. Em ji vir dîsa ji we re dibêjin ev faşîzma ku hûn dimeşînin wê têk biçe, em ê têk bibin.” Koçyîgît diyar kir ku bi polîsan dikarin bikevin şaredariyên me, bi tank û topan hûn dikarin dorpêç bikin û wiha got: “Lê hûn nikarin destdanin ser vîna vî gelî û nikarin têkoşîna wan biqedînin.”
'Ka li ku ma demokrasiya we'
Gulistan, bal kişand ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştî û wiha berdewam kir: “Binêrin hişmendiyeke çawa ya demokrasiyê ya heye. Îro dayikên me yên aştiyê xwestin ku li pêş avahiya AKP’ê rûnin. Weke wan dayikên li pêş avahiya me rûniştî. Lê çi bû 5 dayikên bi derb hatin binçavkirin. Ka dayik pîroz bûn? Ka êşa dayikan ji bo we dert bû?” Ka li ku ma demokrasiya we?” Koçyîgît herî dawî diyar kir ku hikûmeta AKP-MHP’ê ji bilî çek û çiya hemû rê li wan girtiye, lê ew ê di têkoşina demokrasiyê de israr bikin.