Ji ber axaftina bi kurdî 10 meh ceza li hevşaredara Sûrê birîn

  • 15:26 17 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Ji ber axaftina bi Kurdî 10 meh ceza dan Hevşaredara Şaredariya Sûra Amedê Filîz Buluttekîn.
 
Di 7'ê çile ya 2018'an de Hevşaredara Şaredariya Sûrê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn di Konferansa Xwecih a Jinan de kurdî axivî. Der barê axaftina bi kurdî de 10 meh li hevşaredar Fîlîz hat birîn. 
 
Cezayê Hevşaredar Fîlîzê 5 salan hat taloqkirin û biryar li ser hate standin ku aşkerekirina hikmê cezayê paş ve were hiştin.