Li Helebê dibistan vebûn: Zimanê me hebûna me ye
- 14:41 17 Îlon 2019
- Rojane
Sara Şêx Hesen
HELEB - Bi hatina sala nû xwendevan dest bi dibistanan kirin. Rêvebera dibistana Şehîd Qehreman Heyfe Hesen diyar kir ku divê em xwediyê zimanê xwe derkevin û got: "Zimanê me hebûna me ye. Îro bi saya têkoşerên azadiyê em hatine vê astê ku zarokên me bi zimanê zikmakî dixwînin. Em jî destkeftiyên xwe biparêzin."
Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê xwendevan dest bi xwendinê kirin. Dibistana Şehîd Qehreman dêriyê xwe ji xwendekaran re vekir. Li Helebê cara ewile xwendevanên refa navîn û amadehî waneyên kurdî dibînin. Beriya dibistan despêkê mamoste amadekariyên dibistanan kirin û xwendevan kom kirin. Niha jî fêrmî xwendevan dest bi xwendinê kirine. Têkîldarî mijarê Rêveberiya dibistana Şehîd Qehreman Heyfe Hesen axivî û got: "Divê em xwediyê zimanê xwe derkevin, zimanê me hebûna me ye."
'Bi perwerdeyê em ê bighêjin civakeke pêşketî'
Heyfa di despêka axaftina xwe de qala dibistanê kir û wiha domand: "Îsal jî bi kêyfxweşiyek mezin me dêriya xwe ji xwendevanan re vekir. Sala borî refa yek heya şeş bi zimanê kurdî bû, lê belê me îsal refa navîn û amadehî jî bi waneyên zimanê kurdî da despêkirin. Ev yek jî bi xwestina xwendevanan pêk hat. Dema mirov dikeve dibistana Şehîd Qehreman yekemîn bala mirovan xwesteka xwendevanan ji bo zimanê dayikê dibîne. Ev yek jî cihê kêyfxweşiyê ye. Rastiyek ber bi çav heye ew jî mirov dema bi zimanê dayikê nexwînê pêş jî nakeve. Bi rastî jî asta pêşketina ziman asta pêşketina civakê ye. Em ê bi perwerde kirina xwendevanan bighêjin civakek zana û pêşketî. Perwerdeyên me li ser bingeha felseya azad û demokrasiyê ye."
'Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin '
Heyfa di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser mamosteyan û wiha pêde çû: "Mamosteyên ku xwendevanan perwerde bikin, di dema betlaneyê de hemû hatin perwerde kirin. Niha jî perwerdeyên ku dîtine, li ser felsefeya rast xwendevanan perwerde dikin. Armanca mamosteyan çand û exlaqa rast nîşanî xwendevanan bidin."
Heyfa da zanîn ku pêwiste em xwediyê zimanê xwe derkevin û wiha got: "Divê em xwediyê zimanê xwe derkevin, zimanê me hebûna me ye. Îro bi saya têkoşerên azadiyê em hatine vê astê ku zarokên me bi zimanê zikmakî dixwînin. Em jî destkeftiyên xwe biparêzin."