Hevşaredara Qereyazî Melîke Goksu hat girtin

  • 14:19 17 Îlon 2019
  • Rojane
ERZIROM - Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Qereyazî ya Erziromê Melîke Goksu hat girtin. 
 
Li navçeya Qereyazî ya Erziromê, polîsan di serdegirtinên malan ên serê sibê de, Hevşaredara Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Navçeyê Melîke Goksu û 2 endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de, 7 kes binçavkirin.  Ji 7 kesan 6 kes serbest hatin berdan. Lê hevşaredar ji ber ku cezayê wê hatiye erêkirin hat girtin. Hevşaredar Melîke dê bişînin Girtîgeha Erziromê. 
 
Melîke ya di hilbijartina 31’ê adarê de li navçeya Qereyazî ji sedî 61,83 deng girtin, dema endama meclîsa şaredariya Qereyazî bû bi îdiaya “Endamtiya rêxisitinê” di 10’ê tîrmeha 2017’an de hatibû girtin. Goksu piştî 5 mehan hat berdan. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê, di 22’yê kanûna 2017’an de 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Melîkeyê birî û doz şand Dadgeha Bilind.