Ji Nobeta Demokrasiyê bang li dayikan kirin

  • 14:19 17 Îlon 2019
  • Rojane
WAN - Di Nobeta Demokrasiyê de ku mehek li dû xwe hişt de Tulaya Hatîmoglu ya HDP'yî bang li malbatên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine kir û wiha got: "Werin em mifteya aştiyê bibînin û deynin ber îktîdarê."
 
Nobeta Demokrasiyê ku li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Wanê û Mêrdînê hatin kirin hat destpêkirin mehek li dû xwe hişt.  Çalakiya li Wanê her roj bi tevlibûna komên cuda berdewam dike.  Çalakiya rûniştinê ku îro jî li ber Şardariya Rêya Armûşê hat lidarixistin de pankarta bi dirûşma, "Ne îradeya qeyûm îradeya gel" hat vekriin û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. Di çalakiya ku hat lidarxisitn de de parlamentere Muazzez  Orhan, Murat Sarisaç, Hasan Ozguneş,  Kemal Bulbul, Tulay Hatîmogullari, Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredar û bi sedan welatî amade bûn. 
  
'îktîdara AKP -MHP'ê meşrûbûna we winda kirine'
 
Di çalakiya ku hat lidarixistin de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari axivî û wiha got: "Meseleya qeyûm tenê ne ya Kurdistanê ye û ne tenê ya şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirine jî.  Berxwedana li hember qeyûman ya li hemer îktîdara ku darbeya 15'ê tîrmehê ji bo xwe wekî lutfa xuda dibîne ye. AKP û MHP'a ku meşrûbûna xwe ji hilbijartinan digirtin bi tunehesibandina hilbijartinan re meşrûbûna wan bi dawî hatiye. Werin em mifteya aştiyê bibînin û li ber îktîdarê daynin."
 
'Werin em bi laçikên xwe yên sipî pirsgirêka xwe çareser bikin'
 
Tulay bal kişand ser çalakiya dayikên li ber  avahiya  AKP'ê ya Stenbolê û ya HDP'a Amedê ku rûnitşine jî kir û wiha got: "Ez dibêjim werin em laçikên xwe yên spî bikin yek û di serî de pirsgirêka kurd hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."
 
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn bi minasebeta meha Muharemê li çalakgeran aşûre hat belvakirin. 
 
Çalakî bi dirûma, "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin" bi dawî bû.