Jinên doza êrîşa zayendî dişopînin: Bila polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin
- 12:30 17 Îlon 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Jinên endamên Platforma Şahmaran ku beriya daneşîna biryarê ya doza ku 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hatin hiştin daxuyanî dan, gotin bila polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin.
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê berî bi 3 salan mêrekî li dibistanê 50 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû hiştibûn. Daneşîna biryarê ya dozê îro tê dîtin. Beriya ku daneşîn bê dîtin aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Platforma Jinan a Şahmeran, endamên Kolmeleya Jinê ya Rosayê û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay li ber Edliyaya Mêrdînê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama platformê Aygul Kiliç ve hat xwendin.
Aygul diyar kir ku ew her roj bi bûyerên qetilkirin, tacîz, Tecawiz û êrîşa zayendî re li roja nû hişyar dibin, Îro jî doza M.ŞY. yê ku li dijî 50 zarokên temenê wan di nav 6 û 12 sal de digigure pêkanî tê dîtin. Aygul anî ziman ku ew ê heta dawî dozê bişopînin.
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn parlamenter Ebru Gunay jî bal kişand ser êrîşên zayendî yên beriya vê û got ku bila polîtîkayên bêcezahiştinê bidawî bibin.
Jin piştî daxuyaniyê ji bo dozê bişopînin derbasî edliyeyê bûn.