Parlamentera Iraqî li dijî dorpêça Mexmûrê ket nav hewldanan

  • 12:12 17 Îlon 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera parlamentoya Iraqê û endama lijneya Mafê Mirovan a li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep mijara ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re parvekir. Yusra got ku serokkomarê Iraqê soz daye ku hewl bide û çareseriyek ji bo wê pirsgirêkê bibîne.
 
62 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Federal a  Kurdistanê danî li ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.  Di 15’ê îlonê de li qesra Selam a li Bexda, serokkomarê Iraqê Berhem Salih pêşwaziya komek parlameterên Iraqê kir. Endama lijneya Mafê Mirovan a li parlamentoya Iraqê Yusra Recep li qesra Selam mijara ambargoya ser wargeha penaberan a Mexmûrê bi serokkomarê Iraqê re parvekir.
 
Parlamentera Iraqê Yusra Recep ji RojNews re axivî û got ku serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser ambargoya ser wargeha penaberan Mexmûrê gotiye: “Soz be em kar ji bo wê bikin û çareseriyek ji bo pirsgirêkê bibînin.” Her wiha Yusra da zanîn ku serokkomarê Iraqê diyarkiriye ku şanda HDP’ê û KCD’ê jî behsa heman mijarê li gel wan kiriye û serokkomar gotiye: “Bi hêviya xwedê em ê destwerdanê tê de bikin.”
 
Duh jî di civîna Lijneya Mafê Mirovan a Iraqê de li ser mijara ambargoya ser wargeha penaberan a Mexmûrê nîqaş hatin kirin. Di civîna lijneyê de biryar hat dayîn ku daxwaznameyek radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin û bê gotin: “Nabe ambargo li ser wê wargehê were danîn.”
 
Tê payîn daxwazname di rojên bê de ji bo Hikûmeta Herêmê were şandin. Her wiha hat zanîn ku di daxwaznameyê de tê gotin ku divê di demek zû de xwarin û derman ji bo wargehê were şandin.