'Paqijî mirovan ji nexweşiyan diparêze'

  • 11:31 17 Îlon 2019
  • Rojane
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Şaredariya Gel a Efrînê bi alîkariya Meclîs û Kongreya Star hemleya paqijiyê da despêkirin, kolan û tax paqij kirin.
 
Li Şehbayê bi pêşengtiya Şaredariya Gel a Efrînê bi alîkariya Meclîs û Rêxistina Kongreya Star hemleyek paqijiyê bi dirûşmeya "Serî hildin û paqijbûna bajarê xwe biparêzin" hat destpêkirin. Endam û Rêveberên saziyan ku beşdarî hemleyê bûn, nêrînên xwe parve kirin.
 
Hevseroka Şaredariya Navçeya Fafînê, Semîra Muhemed derbarê armanca lidarxistina hemleyê de  wiha got: "Me weke Şaredarî bi dirûşma “Serî hildin û paqijbûna bajarê  xwe bi parêzin” me dest bi hemleyê kir. Mirov li ser erda ku bijîn divê hertin derdora xwe paqij bikin û paqij bihêlib. Niha em bi aawayê hevkar kolan û taxên xwe paqij dikin, ji bo ku welatê me xweşik û baqijb bimînê."
 
 ‘Paqijî bingeha jiyanek xweşe’
 
Rêveberiya Kongreya Star a Gundê Babinês, Nazliyê Xelîl jî dest nîşan kir ku paqijî bingeha jiyanek xweş e û wiha domand: "Me hemleyek paqijiyê li Kantona Şehbayê da destpêkirin, ji ber ku paqijî bingeha jiyanek xweşe, em ê her tim derdora xwe û mala xwe paqij bikin, ji bo ku zarokên me jî fêrî vê çandê bibin."
 
'Paqijî mirovan ji nexweşiyan diparêze'
 
Endama Meclîsa gundê Babinês Naziliyê Bîbo da zanîn ku paqijî mirovan ji nexweşiyan diparêze û wiha pêde çû: "Paqijî mirovan ji hemû nexweşiyan diparêze. Bajarê mirovan jî bi jiyana wan re girêdayî ye. Em ê herdem xizmeta gelê xwe bikin. Dema kar bi hev re tê kirin wateya wê xweştir.