Akedemiya HPC’ê li Tiwêna hat vekirin

  • 10:14 17 Îlon 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Akedemiya HPC‘ê ya bi navê "Şehîd Riyad" li bajaroka Tiwêna bi merasîmek hat vekirin.
 
Îro Akedemiya Hêzên Parstina Civakî (HPC) ya bi navê Şehîd Riyad li bajaroka Tiwêna ya girêdayî bajarê Hesekê bi tevlîbûna bi sedan şêni û endamên HPC'ê yên Kantona Hesekê bi merasîmekê hat vekirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, dayika şehîd Riyad ku navê wî li akademiyê hat kirinTerfa Cemîl Ebdî axivî û vekirina Akedemiyê li HPC’ê, malbatên têkoşerên azadiyê pîroz kir û got: "Şehîd Riyad mînaka fedekarî û lehengiyê bû,  Tevlî gelek pêngavên rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ’ê bû ku daxwaza wî jî Akadmiyek ji bo hêza HPC’ê were vekirin bû. Lê îro bi vekirina vê akademiyê  xewn û xeylaên wî pêk hatin. Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im.”
 
Endamê Rêveberiya HPC ‘ê yê Kantona Hesekê Luqman Hesekê jî axivî û got: “Ji bo pêşketin û perwerdekirina endamên Parastina Civakî (HPC) ev Akedemî hat vekirin. Ji ber ku perwerde ji bo her qadekê pêwist û girîng e. Em vekirina vê navendê li tevahî hêzên HPC‘ê pîroz dikin.”
 
Merasîm bi gerandina govenda li ber Stranên Koma Şehîd Zîlan bi dawî bû.
 
Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Riyad yek ji endamên HPC'ê  li bajaroka Tiwêna bû , di pêngava rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê li Tebqayê jiyana xwe ji dest da.