Çalakiya Dayîkên Aşitiyê di roja 17’an de didome
- 10:02 17 Îlon 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li dijî dorpêça ku ev 62 roj in Ii ser Wargeha Mexmûrê yê di roja 17'emîn de di nava toz seyterê de didome. Lê hîn jî asayîşa PDK’ê rojane nexweşên giran jî di nav de, bi sedan karker û welatiyên ku divê derbasî Hewlêrê bibin destûrê nade ku derbas bibin.
62 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê daniye ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê tevî şert û mercên dijwar jî 17 roj in li seyteraya PDK'ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne û şev û roja xwe li wê derbas dikin.
Li gel van hemû hewldanan, heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê tu bersiv nedane dayikan. Dayik eşkere dikin ku heta dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya xwe bidomînin. Rojane nexweşên giran ku ji bo bên dermankirin berê xwe didin Hewlêrê, ji aliyê ve tên astengkirin û nahêlin ku derbasî hewlêrê bibin. Ji ber vê yekê roj bi roj rewşa nexweşan giran dibe.