Piştî girtina hevşaredaran qeyûm tayînî şaredariyê kirin

  • 09:27 17 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - Li Pasûrê, piştî teqîna çêbû û 7 kes mirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de Hevşaredarên Şaredariya Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û 3 kes hatibûn binçavkirin. 5 Kesên ku hatin binçavkirin û Hevşaredar Fatma Ay û Fatîh taş jî di nav de hatin girtin.  Herwiha piştî girtina hevşaredaran ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.
 
Piştî teqîna li Pasûr a Amedê ku 7 kes miribûn, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevşaredar Mehmet fatîh Taş, Midûrê Karên Fenê Şener Aktaş û Hevserokê HDP'a Pasûrê Abîdîn Karaman hatibûn binçavkirin. 4 roj şûnde jî  Hevşaredar Fatma Ay û Mehmet Emîn Ay duh hatin binçavkirin.
 
Piştî îfadeya li dozgeriyê her 5 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Pasûrê hatin kirin. Dadgeriyê jî hevşaredar jî di nav de her 5 kes girtin. 
 
Qeyûm tayînî şariyê kirin
 
Piştî ku hevşaredarên Pasûrê yên HDP'yî  duh bi îdaya têkiliya wan a bi teqîna li Pasûrê ya 12'ê Îlonê re heye ji aliyê  Dadgeha Pasûrê ve hatibûn girtin û ew şandibûn girtîgehê. Piştî girtina hevşaredaran  li ser fermana Wezareta Karên Hundir, Qeymeqamê Pasûrê Mustafa Gozlet wekî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin.