Ji Dayikên Şemiyê Fatma Kirbayir: Çareserî li cem dewletê ye

  • 09:26 17 Îlon 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Dayika Şemiyê Fatma Kirbayir diyar kir ku ji bo malbatên bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDP’ê rudinin, çareserî li cem dewletê ye û wiha got: “Ger ji bo aştiyê tiştek ji destê min bê ez ê jî bêm, bi dewletê re çareseriyê pêk bînin. Her kes aştiyê dixwaze.”
 
Komek malbatên ku bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê, li ber HDP’ê rudinin, çalakiyê pêk tînin. Çapemeniya alîgirê hikûmetê jî li ber HDP’ê kamp ava kirine. Hema hema her roj weşana zindî dikin û di hewldaneke mezin ya ku dengê wan bide bihistinê de ne. Lê ev 25 sal e Dayikên Şemiyê yên li aqûbeta zarokên xwe digerin ji bo wan tu çareserî nehat dîtin. Ji dayikên Şemiyê Fatma Kirbayir pêvajo nrixand. Fatmayê, piştî Berfo Kirbayir ku di 21’ê sibata 2013’an de jiyana xwe ji dest da şûnde têkoşîna wê dewr girt û tevlî dayikên şemiyê bû.
 
‘Çareseriyê dewlet dikare bîne’
 
Fatma der barê dayikên li ber HDP’a Amedê rudinin de axivî û got: “Ez nikarim ji wan dayikan re tiştek bêjim. Êşa hemû dayikan yek e. Her ku ez dengê wan dibihîzim, ez êşa dayika xwe bi wan re dibînim. Heman êşê dijîn. Lê em bên çareseriyê; ancax dewlet dikare çareser bike. Ev sala 39'emîn e ku em li Cemîl Kirbayir digerin. Me Cemîl teslîmî dewletê kir. Li ku ye? Ez biçim ber deriyê serokomar razêm? Ez xwe bidim ber agir?Bila çareseriyekê bibînin. Bila dayik negirîn. Ez vê êşê baş dizanim.”
 
‘Me got em ê we bigihînin hestiyên wan’
 
Fatmayê diyar kir ku ew heta 12’ê îlona 1982’an saet 16.00’an bi birayê xwe Cemîl re bûye û got Cemîl wiha gotiye ‘Ez şoreşgerekî rast û durist im. Ez ê çend roj şûnde bêm. Wê edelet pêk bê’. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez mêzekirina wî ya dawî tu car ji bîr nakim. Gelo birayê min parçe parçe kirin. Em nizanin. Dewletê ev kir. Kenan Evren ev kir. Dayika min bi serokomar re hevdîtin kir. Soz da dayika min. Em kêfxweş bûn. Ji ber Kenan Evren em xapandibûn. Bi salan çavê me li derî bû.Me digot em hestiyên wî bibînin. Binêrin em ji bo dîtina hestiyan kêfxweş dibûn. Me digot wê gorek wî hebe. Lê tu encam nehat girtin.”
 
‘Bila dewlet çareser bike’
 
Fatmayê bi lêv kir ku dewlet peywira xwe nake û kujer li derve digerin û ev tişt bi lêv kir: “Gumanbar tê zanîn. Êşa me xizmên windayan jî ev e. Taksîm qedexe kirin. Tevî van êşan em dîsa li  ber xwe didin. Cemîl gotibû ‘wê edelet pêk bê’. Ez li edeletê digerim. Bi gotinek Soylu re polîs bi ser me de tên. Li ber çavên min dayik girtin. Parçeyê birayê min tune. Êşa hemû dayikan yek e. Bila dayik negirîn. Bila kes neşewite. Mixabin ya ku vê çareser bike jî dewlet e. Divê dewlet ji Dayikên Şemiyê re spas bike. Em bi salane li ber xwe didin. Soylu tu wezîrî. Berê digotin wezîrek tê ‘her kes radibû ser piyan û digotin wê derdê me derman bike. Lê mixabin ev nabe dermanê derdê me. Çawa em dengê xwe derdixin dibêje bêdeng bin. Bila çareserî bê dîtin. Divê dewlet ji bo dayikên li ber HDP’ê û hemû dayikan çareseriyê bibîne. Bila dosyayên kujerên me ji refan derxin. Çima kujerên zarokên me nayên girtin? Ez ji bo wan dayikan tiştek nabêjim. Bila êdî dayik negirîn. Bila Edelet pêk bê. Ev peywira me ye.”