'Li gorî berjewendiyên xwe dixwazin destûrên Sûriyeyê bidin çêkirin'

  • 09:04 17 Îlon 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Endama Encûmena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Haystan Xelef destûrên nû ku ji Sûriyeyê re ji aliyê NY'ê ve tên amadekirin, nirxand. Haystanê wiha got:"Eger gelê Sûriyeyê bi xwe destûra xwe binivisînin dê rê li ber gelek  komkujiyan bigirin. Wê êdî jin neyên qetilkirin û zarok sêwî nemînin û dilê dayikan êdî neşewite û nebin qurbana tîfaqên dijminan. Her wiha dê dîsa ji nû ve binesaziya Sûriyeyê jî çêbibe. Gelên Sûriyeyê bi xwe hêza çareseriyê ye û dikarin çarenûsa xwe diyar bikin."
 
Di 28'ê Tebaxê de Nûnerê Navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pederen ragihandibû ku wan avakirina komîteya nîqaşkirina destûra Sûriyeyê, bi dawî kiriye. Têkildarê vê mijarê Endama Encûmena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Haystan Xelef axivî.
 
'Heta hêzên desthilatdar tenê berjewendiyên xwe bifikirin dê alozî çareser nebe'
 
Haystanê civînên Astana û Cinenevreyê ku ev 8 sal in tên lidarxistin bi bîr xist û wiha got:"Rûsya, Îran û Tirkiyeyê di 2011'an de destwerdana  axa Sûriyeyê kirin û roj bi roj şerê heyî gurtir kirin. Ev 8 sal zêdetir şer li Sûriyeyê didome heya vê kêliyê, hêzên hegemonîk ku civînên Astana û Cenevreyê qaşo bi armanca çareseriya aloziya Sûriyeyê, li dar dixin berovajî wê Sûriyeyê dagir dikin û ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Heta hêzên desthilatdar tenê berjewendiyên xwe bifikirin dê alozî çareser nebe."
 
'Li gorî berjewendiyên xwe dixwazin destûrên Sûriyeyê bidin çêkirin' 
 
Haystanê bal kişand ser amadekirina destûrên Sûriyeyê û wiha dom kir:"Gelên li Sûriyeyê ew in ku bi şer, komkujî û bombebaranê re rû bi rû man. Lewra destûrên ku îro ji gelê Sûriyeyê re tê neqişandin, li gorî berjewendî û biryarên hêzên hegemonîk, maf û îradeya gelên li Sûriyeyê napejirînin." 
 
'Pêwîst e nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di komîteyê de cih bigirin'
 
Haystanê diyar kir ku nebeşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di amadekirina destûran de ew ê nepejirînin û wiha pê de çû:"Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma herî aram e di Sûriyeyê de. Herêm ji terorê hate rizgarkirin û gel li gorî projeya Netewa Demokratîk ku maf, îrade û nasnameya hemû netewan hembêz dike, xwe birêxistin kirin û ji cîhanê re bûn nimûne. Pêwîst bû ku nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di komîteya avakirina destûrên Sûriyeyê de jî hebe." 
 
'Eger pergala Netewa Demokratîk di destûrê de cih bigire, dê kaos çareser bibe' 
 
Haystanê destnîşan kir ku nebeşdarkirina nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neqebûlkirina Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demokratîk nîşan dide û wiha dirêjî da gotina xwe:"Eger nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi projeya xwe tevlî destûrê bibe dê di zûtirîn demê de alozî çareser bibe û proje li cîhanê deng vede û bibin hêza veguhertinê. Lê mixabin yên wekî Rûsya,Tirkiye û Îranê vê yekê qebûl nakin, ditirsin ku projeya Netewa Demokratîk li welatên wan bi bandor bibe û hêza wan a desthilatdariyê têk biçe."
 
'Li hember dagirkeran serî hildin'
 
Haystanê wiha dewam kir: "Tirkiyeyê herêmên El Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib û herî dawî Efrîn dagir kir. Pêwîst e gelê van herêman hember dagirkerî û guhertina demografiyê serî hildin û Tirkiyeyê ji ser xaka xwe biqewitînin. Mayîna Tirkiyeyê tê wateya dirêjkirina temenê kirîza Sûriyê ye."
 
'Gelên li Sûriyeyê destûra xwe binivisînin, dê rê li ber gelek komkujiyan bigirin'
 
Haystanê da xuyakirin ku biryara herî baş ew e ku gelên li Sûriyeyê bi xwe destûra Sûriyeyê binivîsînin û wiha berdewam kir:"Eger gelê Sûriyeyê bi xwe destûra xwe binivisînin dê rê li ber gelek  komkujiyan bigirin. Wê êdî jin neyên qetilkirin û zarok sêwî nemînin û dilê dayikan êdî neşewite û nebin qurbana tîfaqên dijminan. Her wiha dê dîsa ji nû ve binesaziya Sûriyeyê jî çêbibe. Gelên Sûriyeyê bi xwe hêza çareseriyê ye û dikarin çarenûsa xwe diyar bikin."
 
'Rûsya û Tirkiye tenê berjewendiyên xwe difikirin, dê bi çi mafî di komîteyê de cih bigirin'
 
Haystanê teqez kir ku ne mafê Tirkiy û Rûsya ye cihê xwe di komîteya destûrê de bigirin û wiha pê de çû:"Ne mafê Tirkiye û Rûsyayê ye îro destwerdana xaka Sûriyeyê dikin û wê parçe bikin. Eger cihê xwe di komîteya destûrê de bigirin, wê Sûriyeyê ji wiha zêdetir parçe bikin. Derveyî gelê Sûriyeyê mafê tu hêz ango dewletê nîne ku çarenûsa gelê Sûriyeyê diyar bike."
 
'Divê Hikûmeta Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser e bikeve nava diyalogê'
 
Haystanê bang li Hikûmeta Sûriyeyê kir û wiha bi dawî kir:"Em bi hêvî ne ku Hikûmeta Sûriyeyê bi Rêveberiya Xweser e bikevin nava diyalogê, da ku em bigihêjin çareseriyekê ku êdî bes gelên Sûriyeyê bibin qurbana tîfaqên dijminan. Em xwediyê Sûriyeyê ne û em in yên ku dikarin kirîzê çareser bikin."