ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 17 Îlon 2019
- Rojev
*Ji 3 deverên Çiyayê Kizwanan jêdarka jiyanê kaniyên xwezayî, pêdiviyên gundiyan bi cih tînin. Dayika bi navê Emîna Xilêf a ku feyzê ji kaniyên xwezayî yên jêderka jiyanê digire wiha got: "Em û lawirên xwe gelekî sûd ji ava kaniyê digirin. Bi saya kaniyên xwezayî em gelek pêdiviyên xwe bi cih tînin." DÎMEN HEYE
*Dayikên Efrînê yên li Şehbayê berxwedana xwe didomînin û bi hêviya vegera Efrînê dijîn navê zarokên xwe kirine Veger, Efrîn û Berxwedan. Dayikên bi hêviya vegera Efrînê dijîn wiha gotin: "Navên Veger, Efrîn û Berxwedan wê di dîrokê de were nivîsandin. Em bi navê zarokên xwe serbilind in. Ji bo vegera Efrînê em têkoşîna xwe didomînin." DÎMEN HEYE
*Endama Encûmena Zagonsaz a Herêma Cizîrê Haystan Xelef destûrên nû ku ji Sûriyeyê re ji aliyê NY'ê ve tên amadekirin, nirxand. Haystanê wiha got:"Eger gelê Sûriyeyê bi xwe destûra xwe binivisînin dê rê li ber gelek komkujiyan bigirin. Wê êdî jin neyên qetilkirin û zarok sêwî nemînin û dilê dayikan êdî neşewite û nebin qurbana tîfaqên dijminan. Her wiha dê dîsa ji nû ve binesaziya Sûriyeyê jî çêbibe. Gelên Sûriyeyê bi xwe hêza çareseriyê ye û dikarin çarenûsa xwe diyar bikin." DÎMEN HEYE
*Jinên li Amedê dijîn bi dawîbûna havînê re dest bi amedekariyên zivistanê dikin. Jinan got: "Em di nava krîza aborî, bûhabûn û bêkariyê de hewl didin li gorî hêza xwe amedekariya sivistanê bikin. Diyare ku dê sivistanê krîz bêtir kûr bibe û dê xwerin bûha bibe." DÎMEN HEYE
*Çalakî û bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a şaredariyan didomin. Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku li dijî qeyûman dê berxwedana xwe bidomînin û mafê xwe yê rewa bikartînin. DÎMEN HEYE
*Xebatkarên Koperatîfa YerDenîz ku armanc dikin ku li dijî radestkirina qadên çandiniyê ya ji bo şîrketên serdest, xurekên baş û xwezayê bigihînin her kesî û gotin: “Em koperatîfbûnê wek modelekê pêşniyar dikin û piştgiriyê didinê.”
*Meclîsa Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê, tevî derfetên kêm dîsa jî pêwîstiyên gel pêk tînin û wan bi rêxistin û perwerde dikin. Endamên Rêveberiya Meclîsa Kampa Serdemê axivîn û gotin: "Meclîs ji bo pêkanîna pêdîviyên gel a jiyanî tê avakirin. Em ê li gel gelê xwe bisekinin û alîkariyê her bidin." DÎMEN HEYE
*Endama Piştevaniya Mor Perîhan Koca, diyar kir ku divê di mekanîzmayên kontrol û şopandinê de jî nûneriya jinan pêk bê û her wiha tunebûna bernameyên li dijî kûrbûna betaliya jinan ya di sendîkayan de jî nirxand. Perîhanê got: “Bernameyeke sendîkayan a li dijî têkoşîna betaliya jinê tune ye.” DÎMEN HEYE
*Parêzer Reyhan Yalçindag diyar kir ku di pêkanîna biryara ‘darizandina ji nû ve’ ya DDB’ê der barê DGM’ê de daye, pîvanek nehatiye bidestxistin û got: “Em hîn bûn ku bi sedan endamên hîzbullah û damezerînerên wan hatine tahliyekirin. Ji serî de ji bo muvekîlên me yên ku mafên wan yên darizandina adîlane hatiye binpêkirin em têdikoşin. Binpêkirinên ku gelek aşkera ne, tên redkirin û ev jî nikare bê qebûlkirin. BI DÎMEN
*Dayika Şemiyê Fatma Kirbayir diyar kir ku ji bo malbatên bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê li ber avahiya HDP’ê rudinin, çareserî li cem dewletê ye û wiha got: “Ger ji bo aştiyê tiştek ji destê min bê ez ê jî bêm, bi dewletê re çareseriyê pêk bînin. Her kes aştiyê dixwaze.” BI DÎMEN