Di çarçevoya kampanyayê de bernameya Dengbêjên jin hat lidarxistin
- 17:03 16 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Di çarçevoya kampanyaya ku TJA'yê bi dirûşma “Ji bo aştiyeke bi rûmet tu jî rabe ser piyan” li Wanê bernameya dengbêjên jin hat lidarxistin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) kampanyaya ku bi dirûşma “Ji bo aşitiyeke bi rûmet rabe ser piyan” daye destpêkirin. Li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlîbûna aktivîstên TJA’yê, rêxistinên HDP’ê û gelek jinan bernameya jinên Dengbêj hat lidarxistin. Di bernameyê de pankarta” Ji bo aşitiyeke bi rûmet rabe ser piyan” hat daliqandin.
Bername bi axaftina Dengbêj Meryem Tuncer dest pê kir. Meryemê bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û diyar kir ku di dema qeyûman de mala Dengbêjan hat girtin û bi lêv kir ku her polîtîkayeke qeyûman li dijî hûner û çanda kurd e û got ku ew ê li her deveran çanda kurd bidin jiyankirin.
Piştî axaftinan bername bi kilaman berdewam kir. Bernameya Dengbêjan bi govend girtinê bi dawî bû.