'Bila perwerdeya wekhev û bêpere bê dayîn'

  • 15:30 16 Îlon 2019
  • Rojane
STENBOLÊ - Têkildarî sala peywerdeyê ya 2019'an û 2020'an Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya ÎHD'êdaxuyaniyeke nivîskî da û daxwaza pewerdeya wekhev û bêpere kir.
 
Komîsyona Mafê Perwerdeyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)a Stenbolê têkildarî sala peywerdeyê ya 2019'an û 2020'an daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de rastkirina şertên perwerdeya zikmakî, perwerdeya wekhev û bêpere hat xwestin û zêdebûna gumanên ji ber pirsgirêkên di perwerdeyê de ya xwendekar û malbatên wan hat destnîşankirin. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de daneyên "Rapora Xebatên Wezareta Perwerdeyê Neteweyî" hatin parvekirin, şertên têkildarî mafê perwerdeyê yên ku di xal 26'emîn a Danezana Gerdûnî ya Mafê Mirovan de hatin bibîrxistin û ev daxwaz hatin kirin: "Divê xwendekar ji ber baweriya xwe rastî cihêkariyê neyên. Li dibistanan li şûna agahiyên ji ber ku derbasdarbûna xwe winda kirine divê perwerdeyeke xwe dispêre zanîst, huner, werzîş, felsefe, xweza û jiyana zîndewaran bê dayîn. Bernameya mufredateke ku girîngiyê dide wekheviya zayendiya civakî. Ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr li tevahiya welat divê perwerdeyeke wekhev û pêpere bê dayîn.