Şaredariya gel li Şehbayê ji bo pêwîstiyên gel tev digere

  • 10:55 16 Îlon 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Bi hatina demsala Zivistanê, Şaredariya Gel a Herêma Efrînê amadekariya zivistanê li kampan dike û tim di nava tevgerê de ne û alîkarî didin gel.
 
Bi boneya hatina demsala zivistanê Şaredariya Gel amadekariya zivistanê li kampên Veger, Berxwedan û Serdemê dikin û pêwîstiyên gel pêk tînin. Endam û rêveberiya şaredariya Kampa Serdemê nêrînên xwe bi me re parve kirin.
 
'Em dixwazin her xizmeta gel bikin'
 
Ji Rêveberiya Şaredariya Kampa Serdemê Emel Qehreman li ser amadekariya demsala zivistanê axivî û got:  "Em weke şaredariya kampa Serdemê pêwîstiyên gel ji bo demsala zivistanê pêk tînin, ji aliyê çêkirina çadiran û rêya kampê. Di demsala zivistanê de zarok bi nexweşiyan dikevin lê derfetên peydakirina dermanan kêm in. Banga me ji saziyên navneteweyî re heye ku helwestên xwe ji bo gelê Efrînê bidin nîşandan. Em dixwazin her xizmeta gel bikin."
 
'Şaredariya gel wê her tim ji bo pêwîstiyên gel tev bigere'
 
Her wiha endama Şaredariya gel ya Kampa Serdemê Nehle Muhemed pêwîstiyên gel li kampan anî ziman û wiha pê de çû: "Em şaredariya gel her tim ji bo pêdîviyên gel tev digerin û pêwîstiyên wan heya em dikarin em ê pêk bînin. Em çadirên ku pirsgirêkên wisa dijîn amade dikin, ji ber ku dema baran dibare av dikeve nava çadiran. Hemû kampên ku li Şehbayê hene amadekariya xwe ji demsala zivistanê re dikin."