Bi alîkariya jandarmayê ceyrana hemû gundiyan hat birîn

  • 10:40 16 Îlon 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Qasrîka Şemrexê ya Mêrdînê bi alîkariya jandarmayê DEDAŞ’ê hemû ceryana gund bi hênceta “qaçaxê bi kar tînin” birî. 
 
Duh komên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) li gel cendirmeyan duh çûn gundê Qasrikê yê bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê ve. Di navbera gundiyan û xebatkarên DEDAŞ’ê de nîqaş derket. Xebatkarên DEDAŞ’ê xwestin mal bi mal di çavdêriya eskeran de kontrola ceryana “qaçax” bikin, lê gundî kom bûn û li dijî vê yekê derketin. Gundiyan da zanîn abonetiya ceryana wan heye û her meh bi awayek standart pereyê xwe radizînin. Xebatkarên DEDAŞ’ê gotin pereyê tê razandin hindik e û bi israr gotin dê saetan kontrol bikin. Lê gundiyan jî bi israr destûr neda ku xebatkar bikevin malan. 
  
Li gorî gundiyan ragihand; kesek di nava komên DEDAŞ’ê de ku xwedî rayedar bû ji wan re gotiye: “Wê demê em jî vî gundî ceza dikin. Em ceryanê nadin vir.” Li ser berteka gundiyan komên DEDAŞ’ê ji gund derketin û piştî demek kin ceryana gund ji binî birîn û gundiyan bêceryan hiştin.