Eren Keskîn: Divê yekane daxwaza hemû dayikan aştî be
- 09:07 16 Îlon 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bang li hemû dayikên leşker û dayikên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne kir û got: “Yên zarokên wan ji destê wan girtine polîtîkayên şer in. Di 1938’an de qirkirina Dêrsîmê çêbû. Wê demê PKK tunebû. Xuyaye ku çavkaniya êşên malbatên Kurd yên li Kurdistanê li cihekî din e. Divê hemû dayik bi hev re ji dewletê aştiyê bixwazin.”
Malbatên ku bi îdiaya ku zarokên wan hatine revandin li ber avahiya HDP’a Amedê rûdinin, bang li ser bangî dikin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê parêzer Eren Keskîn bi lêv kir ku malbatên li ber HDP’ê rûniştine, li cihê şaş rûniştine û divê hem dayikên gerîla hem jî yên leşkeran li ber saziyên dewletê rûnin û divê hemû malbat aştiyê daxwaz bikin.
‘Divê yekane daxwaz bidawîbûna şer be’
Erenê daxuyakrin ku li erdnîgariya ku şer hebe êşê mirovan jî zêdene û êş bi dayikan re şênber dibe û wiha pê de çû: “Dayikên ji ber şer êşê dikşînin, tenê beşek wan êşa xwe bi awayekî azad tînin ziman. Dayikên leşkeran êşa xwe dikarin bînin ziman, her kes piştgiriyê didin wan. Lê dayikên gerîla êşên mezin dikşînin. Divê li dijî şer mirov bisekinin. Ez wiha bang li dayikên li ber HDP’ê rûniştine dikim; Hemû malbatên Kurdistanê ji şer westiyane. Hemû kesî zarokên xwe winda kirine. Bi mîlyonan kesên zarokên xwe winda kirine hene û divê yekane daxwaza wan aştî be.”
‘Di 1938’an de PKK tunebû’
Erenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayikên zarokên wan çûne çiyê û dayikên ku zarokên wan li leşkeriyê mirine divê bên cem hev û li ber saziyên dewletê rûnin. Me wek parêzvanên mafê mirovan bi salan hewl da ku em malbatan bînin cem hev. Tu kes naxwaze zarokên wan bimrin. Lê tiştên ku zarokên wan ji destê wan digirin polîtîka şer e. Mînak di 1938’an de li Dêrsîmê qirkirin pêk hat. Li wir malbatan zarokên xwe winda kir. Wê demê PKK tunebû. Xuyaye çavkaniya êşên malbatên Kurd li cihekî din e. Ji ber vê polîtîkayên şer bên rexnekirin. Bêguman divê HDP jî CHP jî, parêzvanên mafê mirovan jî destê xwe bikin bin kevir. Lê yên polîtîkayên neçareseriyê ferz dikin dewlet e.Divê malbat biçin ber deriyê dewletê rûnin. Divê bêjin ku vî şerî bidawî bikin.”
‘Malbatên leşkeran ditirsin bên ÎHD’ê’
Erenê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku malbatên li ber HDP’ê rûniştine, dewletê berê wan dane wir û rojnamegerên ku êş û pisgirêkên civakê ji nedîtîve tê, ji bo malbatên li ber HDP’ê rûniştine nivîsan dinivîsinin û wiha dawî lê anî: “Ez êşa dayikên leşkeran jî fêm bikim. Ger mirov navbera dayikan de newekheviyê bikin wê demê duristî tune. Parêzvanên mafê mirovan bi êşa hemû dayikan re eleqeder dibe. Me bi dayikên leşkeran re jî hevdîtin kir. Ditirsin nayên. Lê divê sedema vê tirsê bê lêkolînkirin. Divê aştî bê daxwazkirin.”