ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2019'AN
- 09:00 16 Îlon 2019
- Rojev
*Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Cambaz Kaya têkîldarî qutkirina hevdîtinên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nirxandin kir. Dilşadê diyar kir ku ji bo şikandina tecrîtê pêdivî bi têkoşîneke hevpar a bi rêxistin heye. BI DÎMEN
*Jinên Qamişloyê bertek nîşanî tecrda girankirî ya ku li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin dan û gotin: "Dewletên desthilatdar nêrînên azadiyê na pejrînin. Ji bo azadiya rêberê me sebra me nema ye ,em ê jin xwedî li ked û felsefeya rêber Apo derkevin." BI DÎMEN
*Bi pêşegiya Kongreya Star û komunan serdana Malbatên li taxa Şêx Meqsûdê hat kirin. Derbarê armanca serdanê de jinên tevlî xebatê bûn agahî dan.
*Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn bang li hemû dayikên leşker û dayikên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne kir û got: “Yên zarokên wan ji destê wan girtine polîtîkayên şer in. Di 1938’an de qirkirina Dêrsîmê çêbû. Wê demê PKK tunebû. Xuyaye ku çavkaniya êşên malbatên Kurd yên li Kurdistanê li cihekî din e. Divê hemû dayik bi hev re ji dewletê aştiyê bixwazin.” BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn diyar kir ku polîtîkayên bêcezabûnê şîdeta li ser jinê zêde kiriye û wiha pê de çû: “Yekane sedema şîdetê polîtîkayên qels û bêcezabûnê ye. Armanca me ev e ku bi kampanya guherînê re, qadên azadiyê bên afirandin û polîtîkayên şîdetê bidawî bin.” BI DÎMEN
*Yek ji endama meclîsa şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP’ê, Turkan Erol diyar kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin de li ber avahiyê di çalakiyê de ne û destûr nayê dayîn ku bikevin şaredariyê û got: “Qeyûm ji nûve ji bo diziyê û neliretiyê hat tayînkirin. Lê em şêniyên Mêrdînê li dijî nelirêtiyan nikarin bêdeng bimînin.” BI DÎMEN
*Jiyan bi keda jinê xweşik dibe. Jin li gorî demsalî tevdigere. Xezal Hemo bi dawî hatina demsaliya havînê hejîr kom dike, zûha dike û difroşe, debara mala xwe dike. BI DÎMEN