Jinên TJA'yê di Mîhrîcana Danûkê de kom bûn

  • 18:36 15 Îlon 2019
  • Rojane
AMED - TJA di çarçoveya kampanaya xwe ya bi dirûşma "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe serpiyan" de li gundê Huskut yê Êlihê di Mîhrîcana Danûkê de hatin gel hev. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanaya xwe ya bi dirûşma "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe serpiyan" de gundê Huskut yê Hezoya Êlihê Mîhrîcan Danûkê li dar xist. Di mîhrîcana ku hat lidarxistin de hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz, aktîvîstên TJA'yê ,  Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jinan cih girt. 
 
Bi danîna sîtilan re mîhrîcan hat destpêkirin û genim ji bo bikin danûk avêtin nava ava kelandî. Jinan li ber danûka ku kelandin stran gotin. Hevşaredar Songul Korkmaz a ku axivî jî gel silav kir û bal kişand ser çanda kurdî. 
 
Piştî ku danûk keliya ji sîtilan hat derxistin û li kesên ku tevli mîhrîcanê bûn hat belavkirin. Piştre welatiyan li ber Stranên Navenda Çandê ya Bahar govned girt. 
 
Mîhrîcan bi stranên dengbêjan bi dawî bû.