Li Serhedê jin dibêjin 'Tu jî rabe ser piyan'

  • 18:30 15 Îlon 2019
  • Rojane
WAN/ÎDIR - Di çarçoveya Kampanyaya TJA'yê ya "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe ser piyan" de li Wan û Îdrê jin li taxan hatin cem hev. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) bi kampanyaya xwe ya bi dirîşma "Ji bo guhertin û veguhertinê tu jî rabe ser piyan" li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li taxa Şerefiyê parlamentera Wanê Muazez Orhan bi tevlibûna aktîvîstên TJA'yê ji jinan re civîn li dar xist. Herwiha Îdirê jî li taxa Emekê bi tevlibûna aktîvîstên TJA'yê bi jinan re civîn hat lidarxistin.  
 
Di çarçoveya kampanyayê de di civînên ku bi jinan re hatin kirin de nêrîn û pêşniyarên jinan hatin girtin.