Nobeta Demokrasiyê di roja 28'an de li Amedê berdewam kir
- 16:49 15 Îlon 2019
- Rojane
AMED - Nobeta Demokrasiyê ku di roja 28'an de berdewam dike îro jî bi tevlibûna gelek kesî pêk hat. Hevseroka Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan ya Eyupê Nergis Gulzel li kursiya serbest axivî û got; "Em ê li dijî Yezît bibin Îmam Huseyîn."
Çalakiya rûniştinê ya Nobeta Demokrasiyê ku li Amedê li dijî qeyûmanên tayînî şaredariyan hatin kirin hat destpêkirin di roja 28'emîn de bi tevlibûna gelek kesî di pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de berdewam kir. Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên ciwanan ên li Amedê ji bo ku tevli Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman bibin, li Parka Koşuyoluyê serê vê sibehê hatin gel hev û dest bi meşê kirin. Ji saetên serê sibehê ve polîsan dora parkê dorpêç kirin û ciwanên ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan Kom bûn jî dorpêç kirin û xwestin meşa civanan asteng bikin. Lê li gel hemû astengiyan jî ciwan di pêşengiya parlamenterên HDP'ê Semra Guzel, Musa Farîsogullari û Salîha Aydenîz de meşiyan.
Girseya ku heta Kolana Lîseyê ya Çalakî lê tê lidarxistin meşiya di rê de dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" , "Amed ya me ye" berz kriin. Girseya ku gihîşt cihê çalakiyê ji aliyê girseya di çalakiy de bi çepikan hat pêşwazîkirin. Girseyê bê navber dirûşi berz kirin û Hevseroka Şaxa Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan ya Eyupê Nergis Gulzel jî di çalakiyê de axivî, diyar kir ku berxwedana mazlûman her bi ser ketiye û got ku zîhniyeta qeyûm û ya Yezît wekî hev e.
Bi minasebeta Meha Muharemê ku meha Aşurê ye ji aliyê Komeleya Demokrtîk a elewiyan ve aşûrêe hat belavkirin.
'Berxwedan mifteya serkeftinê ye'
Hevserokê HDP'ê Zeyad Celan di çalakiyê de axivî û got ku wê çalakiya wan berdewam bike heta ku qeyûm biçin û anî ziman ku berxwedan mifteya serkeftinê ye.
'HDP meşrû ye we meşrûbûna xwe winda kiriye'
Parlamenterê HDP'ê yê DÎlokê Mahmut Togrul jî bi bîr xist ku berî bi 28 rojan îradeya gel hatiye xespkirin û wiha got: "Me ev îrade ji gelê xwe girt û gelê me îradeya xwe emanetî me kir. Tenê gel dikare vê îradeyê ji me bigire. Kesên ku dibêjin 'ger em HDP'ê bînin meclisê em ê meşrû bikin' em ji wan re dibêjin HDP partiyeke ku bi mîlonan dengê kesan gitiye ye, meşrû ye û yên ne meşrû hûn bi xwe ne."
Piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan girser bi dirûşman belav bû.