Li Wanê Nobeta Demokrasiyê di roja 28’emîn de didome
- 16:00 15 Îlon 2019
- Rojane
WAN - Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 28'an de li Wanê berdewam dike. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got: “Heta ku em qeyûman teslîmî Enqereyê nekin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedîn”
Rêxistina HDP'ê ya Wanê çalakiya runiştinê ya di çarçoveya Nobeta Demokrasiyê de ku dabû destpêkirin di roja 28'an de li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê didome. Parlementerên HDP’ê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç,Hasan Ozguneş, rêxistinên HDP’ê û Dayîkên Aşitiyê tevlî bûn. Di Çalakiyê de pankarta “Ne îdareya qeyûm, îradeya gel” hate vekirin. Çalakî bi axaftina parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dest pê kir. Hasan, diyar kir ku heta ew qeyûman teslimi Enqereyê dikin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
‘Em ji çareseriyê re amade ne dewlet amede nine’
Hasan di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku hikûmet hêstên dayikan binpê dike û wiha pê de çû;” Hikûmeta AKP’ê gava ku hatiye îktîdarê ji gel re got “Em ê vê pirsgirîkê çareser bikîn” dev ji pirsgirîk çareserkirinê berdin, pirsgirîk zêdetir mezin kirin. Em dayikên ku li ber avahiya me ya Amedê kom bun fêm dikîn. Lê cihê ku ew lê çalakiya rûniştinê bikin ne avahiya HDP’ê ye Enqere ye. Hatine wan zarokan berpirsyariya hikûmetê ya sereke ye. Me wekî HDP’ê li parlementoyê komîsyon ava kirin. Serokwezîr li dijî vê got çi got ku “Em ê destûr nedin ku hûn malbata bînin parlementoyê” Wî demî hûn dê çawa çareser bikin? Hûn gel bi herikandina kolanan dê çareser bikin? Mafê Dayîkên Şemîyê nine ku hesab bipirsin? Em hemû ji bo ku bi hevre vê pirsgirîkê çareser bikîn rêbazan didîn meşandin. Ji çareseriyê re hûn ninin.”
'Em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
Hasan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku welat bi aşitî û azadiyan wê aram bibe û wiha bi dawî kir;” Ew qeyûmên ku we tayînî şaredariyên Wan,Amed û Mêrdînê kirîn ne wîjdaniye û ne ji hiquqî ye. Ev darbeye. Ev darbeye li dijî mafên gelên Tirkiyeyê û hiquqa Tirkiyeyê hatiye kirin. Derdê me ne standina du şaredariyane. Armanca me ewe ku em ji welat re aşitî û azadiyê binin. Ger ku îro we ev şaredariye xespkirinbin hûn dê sibê qeyûman biavêjin Îzmîr,Enqere û Stenbolê ji. Ji ber wê ji berxwedana me meşruye û mafdare. Heta ku em qeyûman teslîmî Enqereyê nekin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedîn. Serkeftin û têkoşîna me ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye. An azadî an azadî.”
Piştî daxuyaniyê girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşm û klaman bi dawî bû.