Li dibistanan bi awayê fermî pêşwaziya xwendekaran tê kirin
- 15:45 15 Îlon 2019
- Rojane
HESEKÊ - Dibistanên Navçeya Til Temir ku perwerde dan destpêkirin bi rengekî fermî xwendekarên xwe pêşwazî dikin.
Di dudiyê îlonê de ji bo tomarkirina navê xwendevanên Seretayî, navîn û amadehî amadekariya dibistanan û ferzkirina mamosteyan deriyên dibistanan hatin vekirin. Îro jî xwendekarên Navçeya Til Temir bi coş û kelecan berê xwe dan dibistanên xwe. Têkîldarê vê mijarê Mamosteya Dîrokê Gulîstan Xelef ji Ajansa me re axivî û teqez kir ku parastina Ziman parastina dîrokê ye.
‘Dibistan bi rengekî fermî xwendevanan pêşwazî dike’
Gulîstanê da zanîn ku şagirtan bi kêf û moral berê xwe dane dibistanan û wiha got: “Piştî ku me amadekariya dibistanan kir, îro dibistan bi rengekî fermî dêriyê xwe ji xwendekaran re vedikin ,wekî roja yekem di her dibistanekê de me xwendevan girtin refên wan.”
‘Parastina ziman parastina dîrokê ye’
Gulîstanê balkişand ser girîngiya Ziman û diyar kir ku parastina zimanê dayikê parastina dîrokê ye û wiha pêde çû: “Parastina zimanê dayikê parastin û naskirina dîrokê ye, pêwiste mirov li zimanê dayikê xwedî derkeve û ji pişaftinê biparêze.”
'Erka me avakirina nifşekî xwedî exlaq û polîtîk e’
Gulîstanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di dibistanên me de her pêkhateyek bi zimanê xwe fêrî zimanê cîran jî dibe, erka me avakirina nifşekî xwedî exlaq û polîtîk ku hebûna xwe biparêze û li himber hebûna pêkhateyên din rêz bigre.”
‘Zimanê me hebûna me ye’
Xwendevana bi navê Leyan Hiso ku di refê 6'an de ye kêfxweşiya xwe ji bo vekirina dibistanê anî ziman û got : “Ez pir kêfxweş im bi vekirina dibistanan, min pir bêriya heval û mamosteyên xwe yê ziman kiribû, zimanê me hebûna me ye .”
‘Li zimanê xwe xwedî derkevin’
Xwendevana bi navê Sîdra Sofî jî wiha got: “Ez di refa nehan de me ,ez pir ser bilindim ku ez bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin, bi zimanê xwe bi heval û mamosteyên xwe re diaxivim. Pêwiste her netewek xwedî li zimanê xwe derkeve."
Li gorî agahiyan dê di demeke nêz de pirtûk li xwendevanên dibistanan werin belavkirin.