Komcivîna Sosyolojîk a Akademiyan bi niqaşan didome
- 15:25 15 Îlon 2019
- Rojane
KOBANÊ - Komcivîna Hevrûkirina Sosyolojîk ya li ser rewşa Kobanê ya di navbera salên 2000 û 2019'an de ku di pêşengiya Akademiya Civaka Demoratîk de tê lidarxisitn bi niqaşan berdewam dike.
Komcivîna hevrûkirina Sosyolojîk ya bi Pêşengtiya Akademiya Civaka Demokratîk li Peymangeha şehîd Zozan bi nirxandina xalên wekî kevneşopî(adet), bawerî, komîn û avahîsaziya demografiyê berdewam dike.
'Divê exlaq û nirxên civakê werin parastin'
Xala yekemîn ku li ser têkilî û girêdana nirx, adet û baweriyên civakê ye ji aliyê rojnemevan Berezan Îso ve hat şîrovekirin û wiha hat gotin: "Exlaq bingehê civakê ye, lê kevneşopî (adet) li gor şert û mercan tên guhertin. Mirov li ser axa xwe bi adetên cuda dijîn. Dema ku dûrî welat jî dikevin cuda dijîn. Lê heger nirxên bingehîn yên civakê werin parastin, wê çanda wê civakê jî were parastin."
'Em rê li pêşiya koçberiyê bigrin'
Di hûndir xala yekem de guftogoyên li ser avahîsaziya demografiyê; ji dayikbûn, jiyana xwe ji destdayîn, kesên ji derveyî herêmê hatine, koçber, ciwan û qada berhemdar ji aliyê Hêlîn Haçim ve hat nirxandin û wiha hat gotin: "Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav şerê Sûriyê de heremên herî bi ewle bûn. Di sala 2011'an û 2014'an de Kobanê jî para xwe ji pêşwazîkirina ji sed hezar koçberî re girt. Şer bandora neyînî li ser civakê hîşt. Ji bo ku em şopên şer û koçberiyê kêm bikin, divê em projeyên weke; vegerandina xwendevanan li dibistanan, xebitandina zarokan ji holê rabikin, ji bo tunekirina dizî û vexwarina gîhayên hişbir, xurtkirina beşa çandiniyê, vegerandina koçberan li ser axa wan û vekirina kargehan pêş bixînin."
'Komun tovê bingehîn ê pergala Rêveberiya Xweser in'
Hêlînê di beşa duyemîn de behsa girîngî û pergala komînan kir û wiha got: "Li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Komîn û meclîs bingeha pergala netewa demokratîk in. Komîn pala xwe dide siyaset, parastin, perwerde, aborî û azadiya jinê, edalet û ekolojiyê. Loma em dikarin komunan weke tovê Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pênase bikin. Komuna yekemîn li rojavayê Kurdistanê li Kobanê hat avakirin, ew jî beriya êrîşên Çeteyên DAIŞ`ê li ser Kantonê bû. Piştî rizgarkirina Kobanê xebatên ji nû ve avakirina komînan dest pê kirin ku hejmara komînan giha 37'an û ji van komuna 7 jî yên jinan bûn. Piştî lidarxistina hilbijartinên federal yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zêdetirî sê hezar kesan xwe ji bo Hevseroktiya komunan pêşniyar kirin. Lê niha jî li Kobanê û derdora wê 4 sed û 32 komun hene. Komun rola xwe ya çalak di civakê de dilîzin û erka bi cih anîna hemû pêwistiyên gel ji aliyê perwerdehî, rêxstinî, rêveberî, leşkerî û xizmetguzarî jî pêk tînin."
Komcivîn bi pirs û nirxandina ji aliyê beşdarvanan ve didome.