Komcivîna Sosyolojîk a Akademiyên Civaka Demokratîk destpê kir

  • 11:37 15 Îlon 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Komcivîna Hevrûkirina xebatên Sosyolojik li ser rewşa Kobanê dest pê kir.
 
Bi pêşengtiya Akademiya Civaka Demokratîk li peymangeha Şehîd Zozan a Herêma Kobanê Komcivîna Hevrûkirineke Xebatên Sosoyojîl li ser rewşa Kobanê a  2000-2019'an ku wê du rojan berdewam bike hat destpêkirin. Bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolînvan, civaknas, zanyar, bijîkên derûnî û kesayetên serbixwe beşdarî civînê bûn.
 
Li gorî bernameya komcivînê wê xwendin û ravekirina rewşa heyî bi awayekî objektîf, xalên lawaz di nava xebatê de, tevlî heviya nava rêveberiyê û pirskirêkên heyî werin nirxandin û ji bo wan çareserî were pêşniyarkirin. Di roja yekem de nirxandin û analizên li ser têkîlî, girêdan, nirx, adet û baweriyên civakî, avahiya demokrafiyê, koçberî, ciwan û qada berhemê, jin, pergala Baas, projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wê werin guftûgokirin.
 
Komcivînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Endamê Komîteya Amedekar Şervan Mislim  axaftina vekirinê kir û wiha got: "Armanca me ji komcivînê ew e ku em rastiya civaka Kobanê ji tevahî cîhanê re bidin nîşandan. Di van salên dawiyê de şerê ku li herêmê qewimî bandoreke mezin li ser civaka me kir û girêdayî aloziya Sûriyeyê pirskirêkên mezin bi xwe re anîn. Divê komcivînê de bi rêbazên çareseriyê yên ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin pêşkêşkirin û ji nû ve herêm hate ava kirin ku wê bên niqaşkirin,  em dixwazin bînin gel hev û ferq û cudahiyê  jî bînin ber çav."
 
Komcivîn bi nîqaşan berdewam dike.